Parîs û Rennes wê ji bo Ocalan bimeşin
CDK-F ji bo meşa li Parîs û Rennesê ku wê sibehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnek girseyî kir.
CDK-F ji bo meşa li Parîs û Rennesê ku wê sibehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnek girseyî kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo meşa li Parîs û Rennesê ku wê sibehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnek girseyî kir.
Di daxuyaniya nivîskî de ev bang hate kirin: “Heta agahî ji Birêz Ocalan bê girtin û azadiya wî pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê Kurd û dostên wê, sazî û derdorên çepgir, sosyalîst demokratîk dikin ku tevlî meşa sibehê ya wê li Parîs û Rennesê bên lidarxistin bibin.”
NUQTEYÊN DESTPÊKIRINA MEŞÊ
Parîs:
Cih: Qada République
Saet: 15.00
Rennes:
Cih: Pêşiya Metroya Place Saint Années
Saet: 17.00