YPG’e, ji bo parastina nirxên gel li Hesekê ket dewrê
Ji Fermandarên YPG’ê Lewend Rojava têkîldarî şerê li Hesekê agahî da, diyar kir ku ji ber zîhniyeta faşîst yekperest a rejîma Baasê ev şera destpê kiriye.
Ji Fermandarên YPG’ê Lewend Rojava têkîldarî şerê li Hesekê agahî da, diyar kir ku ji ber zîhniyeta faşîst yekperest a rejîma Baasê ev şera destpê kiriye.
Fermandarê YPG’ê Rojava bal kişand ku rejîma ku destkeftiyên Şoreşa Rojava hezm nake her tim li pey provokasyonan e, got; “Tevî vê jî hêzên me yên YPG’ê û Asayîşê hewl dan bi rejîmê re nekevin nav şerekî.”
Rojava ragihand ku rejîma Baasê ji cudahiyên mezheb û nakokiyan hewl dide li Sûriyeyê şer bafirîne, wiha axivî; “Êdî ti şansa rejîma Baasê nemaye ku li bejahiyê şerê xwe bi ser bixîne.”
Ji Fermandarên YPG’ê Lewend Rojava şerê 4 rojan ê li Hesekê nirxand, bi bîr xist ku di bin her şert û mercî de soza wan a parastina gel heye, îfade kir ku piştî rejîmê li Hesekê hewan, tank û balafir bi kar anîn, wek YPG’ê tevlî şer bûne.
HESEKÊ JIYANGEHA HEVPAR A GELAN E
Ji Fermandarên YPG’ê Lewend Rojava îfade kir ku li Hesekê mabeyna hêzên rejîmê, çeteyên girêdayî wê û hêzên YPG, YPJ, Asayîş û Xweparastinê de şerê dijwar diqewime, wiha dewam kir: “Rejîmê destpêkê êrîşî nuqteyên me yên asayîşê kir û bû sedema şer.” Rojava anî ziman ku li pişt tehrîk û êrîşên rejîmê planek qirêj û hevdîtinên dîplomatîk hene, wiha pê de çû: “Ji ber provokasyonên rejîmê ev demek e di navbera hêzên Asayîşa Rojava û hêzên rejîmê de bûyeran rû didan. Esasê vî şerî jî ji ber nêzîkatiyên rejîma Baasê ya înkar û îmhayê ye ku çavkaniya xwe ji tarz, nêzîkatî û uslûbên berê digire.
Bajarê Hesekê ew bajar e ku gelên Kurd, Ereb, Sûryanî-Asûrî bi hev re jiyane. Rêveberiya me her tim hesasiyeta bajêr li ber çavan digire. Tevî vê jî rejîm her tim ket pey pirsgirêk û şerî. Me her tim esas wergirt ku beriya ev pirsgirêk mezin bibin bigihêjin çareseriyan. Lê hefteyek dawî ye rejîmê bi awayekî zanebûn li gelek cihan tehrîk û provokasyon kirin. Zext li gel kir, êşkence kir û bêyî sedem girt. Ji ber Asayîşa me bi parastina gel erkdar e, li beramberî van sepanînan berpirsiyarî ket ser milan.
ME XWEST BERSIVÊ BIDIN BANGÊN GEL, REJÎMÊ ŞER GUR KIR
Di 3 rojên destpêka şer de li dijî êrîşên hêzên rejîmê û çeteyên girêdayî wê, Asayîşa Rojava bû bersiv. Ji ber ev şer jiyana gel yekser bandor kir, gel, lîderê eşîran û rûspiyên gel daxwaz kirin ku ev şer raweste. Me xwest bersivê bidin vê daxwaza gel û şer rawestînin. Lê me dît ku hêzên rejîmê şer hê gurtir kir, bi hewan, tank, top û piştre jî bi balafiran ketober êrîşî bajêr kir. Li gel van êrîşan jî gef dixwarin. Ev du rojên bi navber balafirên şer bajarê Hesekê bombe kirin. Di encam de jî ji gel şehîd çêbûn, birîndar çêbûn.
Rejîma Sûriyeyê li gelek deveran di şerê mezheb de pîvanan nas nake. Niha jî hewl dide li Hesekê di nav gel de şer çêbike û bibe sedema kaosê. Rejîma ku ne xwedî wê karaktera afirandina nirxên demokratîk e, xwedî zîhniyetek yekperest û faşîst e. Ji ber vê karakterê jî dixwaze nakokiyan di nav gel de derxe û hebûna xwe bidomîne. Nerehetiyên rejîmê ya li beramberî Şoreşa Rojava, piştî azadkirina Minbicê bi ketina nav êrîşên li dijî Hesekê derket holê. Bi vî şêwazî dixwaze bala me, hêza me ya li dijî çeteyan belav bike.”
‘YPG’Ê LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI HEMBER GEL SOZA XWE DAYE’
Fermandarê YPG’ê Rojava, bi bîr xist ku ji ber berjewendiyên gel ketiye bin xetereyê bi neçarî tevlî şer bûne, got; “Her kî dibe bila bibe, me soz daye ku kî êrîşî gel dike em ê li hember rawest in.” Rojava wiha dewamî da axaftina xwe; “Hêzên rejîmê bi hewan, tank û balafiran gelê me bombe dike. Di encama vê de jî şehîd û birîndarên gel çêbûn. Em li gor soza xwe tevlî şer bûn. Ji duh ve li gelek nuqteyan şerekî dijwar dewam dike. Hêzên me li Hesekê bi pêş ve diçin. Heta niha 3 nuqteyên ku rejîmê li derveyî bajêr kontrol dikir ji hêla hêzên me ve hatin rizgarkirin.
Ji ber li navenda bajêr şer heye, me asta pêşketina hêzên xwe zelal nekir. Di saetên pêş de ev ê hê net derkeve holê.
Di şerê 4 rojan de 4 hevalên me şehîd ketin, 18 hevalên me jî birîndar bûn. Qasî ku hate zelalkirin, 36 ji hêzên rejîmê û koma çete ya girêdayî hatine kuştin. Tevî fermandaran jî me gelek leşkerên wan dîl girtin. Rejîmê derbeyek mezin xwar. Lewre jî dem bi dem top, hewan û balafiran bi kar tîne. Em vê eşkere dibêjin, heta rejîm li ser gelê Hesekê dest ji van êrîşên dermirovahiyê bernede, em wek hêzên YPG, YPJ, Asayîş û Xweparastinê û tevahî civak, em ê li dijî rejîmê rawestin û bersiva herî giran bidinê. Eger rejîm dest ji van polîtîkayên xwe berde, rêzê li ber nirxên demokratîk ên gelê me bigire, wê demê şer dikare raweste. Divê ti kes ji bîr neke, em hêza parastina gel in û ti êrîşên li hemberî gel qebûl nakin.”
‘DIVÊ SÛRIYE NEBE PARÇEYEK JI TÊKÎLIYÊN QIRÊJ Ê DEWLETA TIRK’
Rojava destnîşan kir ku lêgerînên dewleta Tirk a di serî de Îran, bi xwe jî dîşopînin, got; “Em hêvî dikin ku dewleta Sûriyeyê nabe parçeyek ji van têkîliyên qirêj.” Rojava bal kişand ku di vê pêvajoya dîrokî de hêzên serwerî li ser gelê Kurd çêkirine ketine pey plan û tifaqên qirêj, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em diyar dikin ku em ê ti carî van plan û tifaqên qirêj qebûl nekin û li ber xwe bidin. Par dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Hesekê kirin, hêzên rejîmê bi balafiran li çeteyan neda. Lê niha li dijî me balafiran radike û gelê sivîl bombe dike. Ev jî îflasa rejîmê nîşan dide. Êdî ti hêza wê ya bejahiyê nemaye. Lewre jî şerekî bêexlaq û qirêj dimeşîne. “