Saziyên çapemeniya Ewropayê nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê dan

Li ser biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê û êrîşa qirêj a polîsan a li hemberî xebatkarên rojnameyê, nerazîbûna li Ewropayê zêde dibe.

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ9, Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ), Yekîtiya Nivîskaran PEN a Navneteweyî (PEN International) û PEN a Îngilîstanê (English PEN), li ser biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê belavok belav weşandin.

Nûçegihanê me yê li Îngilîstanê Erem Kansoy û parêzvanê mafên mirovan-aktîvîst Çagdaş Canpolat ketin nava hewldanan, cidiyeta rewşê ji van saziyan re ragihandin û kirin ku ev saziyên Ewropî der barê mijarê da daxuyaniyê bidin. 

Her wiha saziya parêzvanên mafên kedkarên çapemeniyê û azadiya ramanê Index on Cencorship jî, li hemberî van nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên li hemberî rojnamevanan, nerazîbûneke tund nîşan da.

PEN a Navneteweyî bi sernavê "Li Tirkiyeyê pêla nû ya girtinan û nivîskar Asli Erdogan hat girtin" daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Di daxuyaniyê de fikarên ji ber girtina Asli Erdogan hatin bilêvkirin û hat gotin, "Tevî Asli Erdogan zêdeyî 20 kedkarên çapemeniyê yên rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin. Di ehman demê de 2 rojnamevanên IMC TV ên serdegirtina malan radigihandin, hatin girtin. 

Dîrektora Bernameya Azadiya Nivîsandinê ya PEN a Navneteweyî Ann Harîson da xuyakirin, ku otorîteyên Tirk ji Rewşa Awarte sûdê werdigirin û bi êrîşên giran hewl didin mûxalîfan bêdeng bikin. Harîson da zanîn, êdî rewşeke tirsnak derketiye holê û ew gelekî bi fikar in. Harîson bang li rêveberiya Tirkiyeyê kir ku di nava dema Rewşa Awarte de bi rêzdarî nêzî mafên mirovan, qanûnên navneteweyî bibe û azadiya ramanê biparêze. Her wiha xwest, kedkarên çapemeniyê yên hatine girtin bên berdan û dawî li van zextan bê anîn.

PEN a Îngilîstanê jî bi rêya daxuyaniyekê, êrîşa li hemberî Ozgur Gundemê û girtina kedkarên çapemeniya azad, şermezar kir. Di belavokê de fikarên li ser rewşa nivîskarên Ozgur Gundemê Ragip Zarakolû, Asli Erodgan, nûçegihanên wê Fîlîz Kocalî û Eren Keskîn, hatin bilêvkirin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin, kedkarên çapemeniyê yên hatine girtin derhal bên berdan û hat gotin, "Nabe ku rojname bên girtin. Mafê her kesî ye bi rengekî azad dîtin û ramanên xwe bilêv bikin. Nabe ev maf were astengkirin.

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ)  belavokeke lezgîn belav kirin û girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kirin.

Di daxuyaniya federasyonan de hat gotin, "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku biryara girtina Ozgur Gundemê derhal betal bike û rojnamevanên girtî serbest berde. Biryara 'rojnameyê propaganda terorîstan kiriye' ya dadgehê cihê gumanan. Em dikarin zexta Tirkiyeyê ya li ser azadiya ramanê û çapemeniya mûxalîf, bi vî rengî bibînin."

Saziya Navneteweyî ya bi navê Index on Cencorship şîdet û girtina rojnameyê, rexne kir. Di belavoka bi sernavê "Bila êrîşa li hemberî çapemeniya mûxalîf a li Tirkiyeyê derhal biqede" de hat gotin, "Em biryara dadgeha Tirk a girtina rojnameya Ozgur Gundemê bi tunî şermezar dikin. Divê ev biryar were betalkirin."