Asli Erdogan a binçavkirî rakirin nexweşxaneyê

Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskara wê Asli Erdogan, ku piştî girtina Ozgur Gundemê ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin, nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.

Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskara wê Asli Erdogan, ku piştî girtina Ozgur Gundemê ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin, li binê çavan nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiya ku parêzeran ji dozgeriyê wergirtin, piştî ku tedawiya wê hat kirin, Asli Erdogan careke din şandine nezaretxaneyê. 

Tê gotin, rewşa tenduristiyê ya Asli Erdogan baş e, lê hê nahêlin parêzer wê bibînin.