YPG’ê li Hesekê mudaxeleyî hêzên rejîmê kir
Şervanên YPG’ê li Hesekê mudaxeleyî hêzên rejîmê ya ku êrîşî bi sivîlan kir. Şer dewam dike. Şer niha li navenda bajêr û li Taxa Neşwa Xer bî dewam dike.
Şervanên YPG’ê li Hesekê mudaxeleyî hêzên rejîmê ya ku êrîşî bi sivîlan kir. Şer dewam dike. Şer niha li navenda bajêr û li Taxa Neşwa Xer bî dewam dike.
Hêzên rêjîmê şevê din agirbesta ku 16’ê Tebaxê li bajarê Hesekê hatibû îlankirin, binpê kir û saet derdora 23.00’yan li Taxa Mesakin, Sûka bajar û Gaziya Merşo êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşê kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê jî bersiv da û şer rû da. Hêzên rêjîmê her wiha li Taxa Neşwa Şerqî êrîşî bendên kontrolê yên asayîşê jî kirin. Li vir jî hêzên Asayîşê besiv dan û şerê dijwar qewimî.
Li Hesekê piştî ku Hêzên rejîmê agirbest binpê kir, sivîl hedef girtin û bi balafiran bombebaran kir, YPG’ê mudaxele kir.
Di vê navberê de rûspiyên bajêr careke din ketin navberê û şer sekinî. Lê ev sekinandin jî heta saet derdora 05.15’an dom kir û hêzên rejîmê dîsa êrîş kirin. Li ser vê yekê Hêzên Asayşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC), bersiv dan û pevçûn li nêzî dêra Asuriyan a li Taxa Mesakin, başûrê Gaziya Marşo, li nava suka bajar li derdora Nexweşxaneya İsam Bexdê, taxa Neşwa Şerqî belav bûn.
Ji ber êrîşên hewanan ên li ser taxên Nasra, Kelasê, Miftî, Til Hecer, Mesakîn, Sînaa û çerxerêya Sînalko, xisarek mezin a madî çêbû, her wiha gelek sivîl jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên hêzên rejîmê, Navenda Asayîşê, Navenda Têkîliyên Derve ya YPG’ê jî kirin hedef, piştî êrîşên hewayî yên li dijî sivîlên li taxên Til Hecer, Nasra û Kelasê, şervanên YPG’ê mudaxele kir.
Li Taxên Neşwaya Rojhilat, Mesakîn û sûka bajêr ya di bin kontrola hêzên rejîmê de ye, şervanên YPG’ê, hêzên asayîşê û endamên HPC’ê bi hêzên rejîmê re ketine nav şerekî giran.