Xebatkarên Ozgur Gundemê li ber avahiya xwe civîna rojevê lidar xistin

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, li ber avahiya rojnameyê civîna nûçeyan lidar xistin.

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, danê vê sibehê li ber avahiya rojnameyê li hev civiyan. Rojnamevanan li vê derê civîn li ser rojevê lidarxistin.

Her wiha li deriyê avahiya hatiye morkirin, hejmara îro ya rojnameyê ya bi manşeta "berxwedan dewam e" û pankartên binivîsa "Çapemeniya azad bêdeng name" û "Em nobeda Ozgur Gundemê digirin" hatin daliqandin.

'PÊNÛSA APÊ MÛSA WÊ NEKEVE ERDÊ'

Di civîna li ser rojevê de rojnamevanên ji bo piştgiriyê bidin hatibûn û xwendevanên rojnameyê jî amade bûn. Ender Ondeş li vir axivî û got, "Li kolanan jî be, li nezaretxaneyê jî be, em ê vê rojnameyê derxînin. Em jî duh hatin berdan, îro jî tevlî civîna xwe ya rojevê bûn. Pênûsa Apê Mûsa wê nekeve erdê."

Ji edîtorên rojnameyê Ersîn Çaksû jî sernavên nûçeyên di rojevê de ne parve kir.

Rojnamevan, ji ber ku avahiya wan hatiye talankiri, wê li saziyên din ên çapemeniyê yên piştgiriyê didin wan, bixebitin.

Çalakiya nobedê ya li ber rojnameyê jî dewam dike.