Ozgur Gundem bi manşeta 'BERXWEDAN DEWAM E' derket

Rojnameya Ozgur Gundemê ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat girtin, îro jî bi manşeta 'BERXWEDAN DEWAM E' gihîşt ber destê xwendevanên xwe.

Rojnameya Ozgur Gundemê, ku li ser daxwaza hikûmeta AKP'ê ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hat girtin û avahiya wê hat morkirin, îro jî bi 8 rûpelan gihîşt ber destê xwendevanên xwe.

Rojname îro jî weke pêveka taybet a rojnameya Atilimê hat weşandin û bi manşeta 'BERXWEDAN DEWAM E' derket.

Di hejmara îro ya Ozgur Gundemê de çalakiyên ji bo destekkirina rojnameyê hatin weşandin. Her wiha rewş û bûyerên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî di rûpelên malperê de cih girtin.