Mafê hevdîtinê yê girtiyên siyasî tê astengkirin

Li gorî biryara nû ya Wezareta Edaletê ya Tirk, mafê hevdîtin û serdana vekirî ya girtiyên siyasî, ku mehê carekê bû, bû du mehan carekê.

Girtî û hikumxwarên ji sûcên 'dizî, talan, bazirgan û bikaranîna narkotîkê' hatine girtin, du sal beriya bi şert bên berdan, ji girtîgeha girtî dihatin derxistin û li girtîgeha vekirî dihatin bicihkirin. Li gorî guhertina nû ya ji aliyê Wezareta Edaletê ya Tirk ve hat kirin, ev girtî û hikumxwar êdî dikarin 5 sal beriya bi şert bên berdan, li girtîgeha vekirî bên bicihkirin.

Lê belê, şert û mercên ragirtina girtiyên siyasî hîn bêhtir hat şidandin. Li gorî vê guhertina nû, mafê ziyaret û hevdîtina vekirî ya girtiyên siyasî ku mehê carekê bû, êdî bûye du mehan carekê.