BI DÎMEN

Çalakî li gelemperiya Ewropayê belav dibin: Tecrîdê derhal rakin!

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfireh dikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfireh dikin.

ZÛRÎCH: Li taxa Bellevûe ya bajarê Zurîch ê Swîsreyê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan belavok hatin belavkirin, pankartên bi zimanê Elmanî hatin vekirin û li ser rewşa Ocalan agahî ji raya giştî re hat dayîn.

LONDON: Ciwanên Kurd pira Londonê (London Brîdge) li trafîkê girtin û ji bo balê bikişînin bombeyên mij ên ji rengên kesk, sor û zer teqandin. Ciwana piştre pankarta bi nivîsa "Freedom for Ocalan-Ji Ocalan re Azadî" vekirin û destnîşan kirin, ku heta ji Rêberê xwe agahiyekê bigirin, wê jiyan ji bo wan ne normal be.

PARÎS: Li herêma Les Mûreaûx a Parîsê, endamên Ciwanên Azad pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan û Kurdistanê re azadî" li ser pireke rêya bejahî daliqandin. Ciwanan banga xwedîderketina li Ocalan kirin û gotin, "Heta tecrîd bê rakirin û Rêberê me azad bibe, wê çalakiyên me bidomin." Li Evry jî li Gare de Lyonê çalakî hat lidarxistin û daxwaza rakirina tecrîdê hat kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, standa agahdarkirinê hat vekirin. Her wiha li ser komploya navneteweyî û rewşa li Îmraliyê sînevîzyonek hat nîşandan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hat gotin, heta agahî ji Ocalan bê girtin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

HAMBÛRG: Ciwanên Kurd ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, li dijî tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet, pankarta bi nivîsa "Piştgiriyê bidin berxwedana Kurdan, ji Ocalan re azadî" li ser pirekê daliqandin.

DARMSTADT: Endamên Ciwanên Azad û YXK/JXK li nava bajarê Darmstadt ê Elmanyayê meşiyan, dirûşmên bi zimanê Elmanî yên "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu", "Kujer Erdogan" û "Ciwan canfedayên Apoyî ne" qîriyan. Piştre ji bo 15 deqeyan rê li trafîkê girtin. Ciwanan gotin, "Heta Rêber Apo azad bibe, wê çalakiyên me dewam bikin."

MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan li ber Abendakademî ya li sûkê meşek hat lidarxistin û heta Bergerhaûsê dewam kir. Di meşê de ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan lê amade bûn, li dijî faşîzma AKP'ê dirûşme hatin qîrîn. Ciwanan li vê derê rê nedan provokasyona faşîstan.

OLDENBÛRG: Zarokên Kurd ên li Cloppenbûrg a bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan tîşortên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" li xwe kirin û li navenda sûkê meşiyan.

SÎEGEN: Gelek Kurdistaniyên li bajarê Sîegen ê Elmanyayê li hev civiyan, daxwaza azadiya Ocalan kirin û girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kirin.