Ji bo azadiya Ocalan wê sibe li Hollandayê çalakî bê lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê roja 20'ê Tebaxê meşeke navendî pêk were.

Civaka Demokratîk a Kurdên li Hollandayê (DEM-NED) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em, tecrîd û zexta li ser Birêz Ocalan qebûl nakin, şermezar dikin û heta tecrîd were rakirin em ê li kolanan bin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û demokrasiyê û hat gotin, "Yên ku bombeyan li meclîsa xwe dibarînin, ji erdê û hewayê ve bombeyan li bajarên Kurdan dibarînin, mirovan bi zindî dişewitînin, pitikan û jinên ducanî qetil dikin, em nizanin bê li Îmraliyê çi kirine. Gelê Kurd ji gotina desthilatdariyeke siyasî ya gotina xwe ya duh înkar dike, nikare bawer bike. Lewma ji rewşa ewlekarî û tenduristiyê ya Birêz Ocalan bi fikar e."

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin, heta parêzer, malbat an jî heyeta Îmraliyê neçe bi Ocalan re hevdîtinê neke, wê ev fikarên gelê Kurd ji holê ranebin.

DEM-NED'ê ragihand, wê roja 20'ê Tebaxê li bajarê Rotterdamê meşeke navendî bê lidarxistin û bang li Kurdan, Elewî û hemû hêzên demokratîk hat kirin, ku bi xurtî tevlî vê meşê bibin.

Çalakî wê saet di 17:30 de li Stadhuispleinê destpê bike.