NÛ BÛ

Rojnamevanan: Me dizanîbû wê berxwedan bi ser bikeve

22 rojnamegerên di serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê de bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan. Aksoy ê li ber edliyeyê daxuyanî da, got; “Me baş dizanîbû ku wê berxwedana me bi ser bikeve.”

22 rojnamegerên di serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê de bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.

Edîtor û xebatkarên Ozgur Gundemê, piştî bertekên ku raya giştî nîşan da, serbest hatin berdan. Rojnamevan, ji avahiya edliyeyê bi dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin” û bi nîşaneyên serkeftinê derketin.

Xebatkarên Ozgur Gundemê yên li ber edliyeyê xizm û hempîşeyên xwe hembêz kirin, daxuyanî dan.

Ji edîtorên rojnameyê Ender Ondeş li beramberî êrîşa binçavkirinê nerazîbûn nîşan da û wiha pê de çû: “Me jî wek holdîngên Fethûllah hesibandin. Ozgur Gundem ne wek wan rojnameyên ku di hizra we de ye.” Ondeş ragihand ku domahiya binçavkirinê hatine derbkirin, bi êşkenceyê re hevrû bûne, destnîşan kir ku wê serî li hember zextan netewînin.

Ji Edîtorên rojnameyê Gunay Aksoy jî diyar kir ku ev demek dirêj e sînyalên zextê digrin. Aksoy diyar kir ku bi hêza piştevaniyê êrîş hate şikandin, wiha dom kir: “Ji bo ala berxwedanê ya kevneşopiya me nekeve me li ber xwe da. Polîsên di otobusê de ji me re digotin, ‘neviyên Abdulhemîd bi ser ketine, neviyên Lenîn têk çûne.’ Me baş dizanîbû ku wê berxwedana me bi ser bikeve. Yekana daxwaze me dema em binçavkirî bûn jî me nedixwest rojekê jî rojnameya me weşana xwe rawestîne. Hempîşeyên me yên li derve jî ev bi şêweyekî pir xurt pêk anîn.”

Aksoy bi bîr xist ku hê avahiya rojnameyê mohrkirî ye, got; “Em ê rojnamevantiya hê xurttir bikin.” Aksoy ragihand ku Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Gerînendeyê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û nivîskara wan Asli Erdogan hê binçavkirî ne, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo azadiya wan, em ê hê xurttir têbikoşin.”

Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu jî got; “Ozgur Gundem ti carî nikare bê bêdengkirin, ji ber ku rastiyek gel li pişt wan e. Heta têkoşîna vî gelî hebe, wê Ozgur Gundem jî hebe.”

Xebatkarên Ozgur Gundemê dan xuyakirin ku civîna nûçeyan a rojnameyê wê sibehê saet 11.00’an li ber avahiya rojnameyê ya mohrkirî bê lidarxistin û ji bo hevalên xwe yên girtî wê nobeta xwe bidomînin. Her wiha kedkarên Ozgur Gundemê banga piştevaniyê kirin.

...