NAV-DEM'ê ji bo meşên 20'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir
NAV-DEM'ê ji bo meşên 20'ê Tebaxê yên li Berlîn, Dusseldorf, Stûttgart, Frankfûrt û Hambûrgê li dijî tecrîdê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo meşên 20'ê Tebaxê yên li Berlîn, Dusseldorf, Stûttgart, Frankfûrt û Hambûrgê li dijî tecrîdê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve, dewleta Tirk bi ti awayî destûrê nade ku malbat û parêzer biçin Girava Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fikarên gelê Kurd ên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat destnîşankirin, ku rewşek ji komploya navneteweyî ya sala 1999'an xeteretir heye.
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Roj roja xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina bloka demokrasiyê ye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li dijî gefên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan, wê roja 20'ê Tebaxê li bajarên Berlîn, Hambûrg, Dusseldorf, Frankfûrt û Stûttgartê yên Elmanyayê di asta eyaletan de meşên navendî bên lidarxistin û bang li welatparêz, şoreşger, demokrat, humanîter û alîgirên aştiyê hat kirin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.
Cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:
BERLÎN: Saet di 17:00 de wê li U-Bahn Hermanplatz NEUKOLN'ê meş destpê bike û piştre mîtîng were lidarxistin.
DUSSELDORF: Saet di 14:00 de li Friedrich-Ebertstr. a li ber DGB-Haus a li pêşberî Hautpbahnhofê meş destpê bike û piştre mîtîng bê lidarxistin.
STÛTTGART: Saet di 17:00 de li Lautenschlangerstr. wê meş destpê bike, dûre mîtîng pêk were.
FRANKFÛRT: Saet di 16:00 de wê li Kaiserstr. li ber Hauptbahnhofê meş destpê bike, piştre mîtîng were lidarxistin.
HAMBÛRG: Saet di 15:00 de li U-Bahn Osterstrasse 118, 20255 Hamburg meşê destpê bike û dûre mîtîngê bê organîzekirin.