NÛ BÛ

Asli Erdogan hate girtin

Endama Desteya Şêwîrmendiyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê û ji nivîskarên wê Asli Erdogan hate girtin.

Endama Desteya Şêwîrmendiyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê û ji nivîskarên wê Asli Erdogan hate girtin.

Nivîskar û endama Desteya Şêwirmendiyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a di 16'ê Tebaxê de polîsan bi ser mala wê de girt û ew binçav kirin, bi tawanbariyên "Propagandaya rêxistinê", "Endama rêxistinê" û "Pêşkarîkirina gel" hat tawanbarkirin. Erdogan a ku li Şaxa TEM'a Midûriyeta Polîsan a Esenlerê îfadeya wê hat girtin, li midûriyeta polîsan nivîsên wê yên rojnameyê jê hatin pirsîn. Erdogan bi qunciknivîsên xwe yên di rojnameyê û endamtiya wê ya desteya şêwirmendiyê ya weşanê ve hat sûcdarkirin. Erdogan li ser heman îdîayan sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî sewqî dadgehê û dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtina Asli Erdogan da.

Piştî der barê Erdogan de biryara girtinê hat dayîn, komek rojnameger, nivîskar û parêzerî daxuyanî dan û girtina Asli Erdogan şermezar kirin.

Erdogan birin Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya li Bakirkoyê.