Polîs ji bo ku 'mexdûr nebin' çeteyên DAIŞ'ê neşopandine
Li Dîlokê diyar bû ku polîsan çeteyên DAIŞ’ê tespît kirine lê ji bo ku 'mexdûr nebin' ew neşopandine.
Li Dîlokê diyar bû ku polîsan çeteyên DAIŞ’ê tespît kirine lê ji bo ku 'mexdûr nebin' ew neşopandine.
Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê kesên di nav El Kaîdeyê de bûn û 2012’an berê xwe dana DAIŞ’ê xistibû şopandina fizîkî û teknîkî. Di encama şopandinê de hatibû tespîtkirin ku ev kes li daristanê xebatên rêxistinî dikin, perwerde dibin, lîstikên paîtnballê dilizîn û ji bo rêxistinê kesan digihînin.
Di dosyaya dozê de bi dîtbarî hatibû tespîtkirin ku 25 kes di 18’ê Mijdara 2012’an de bi mebesta perwerdehiya rêxistinî diçûne lîstikê.
Lê her çendî 2 salan hatibin şopandin jî balê kişand ku tu gav nehatin avêtin.
NIVÎSA BIRYARÊ
Di nivîsa biryarê ya dozger de, sedema redkirinê û şopandina bi dîtbarî ji ber mexdûrnebûna çeteyên DAIŞ’ê hatiye redkirin.
Di nivîsê de wiha tê gotin: "(…) Di dosyayê de tê gotin guhdarîkirina ragihandina gumanbaran, tespîtkirina wê, tomarkirina wê û nirxandina agahiyên sinyalê ev 6 meh in dom dike, lê ji ber ku qanûna têkildarî rêxistinê û sûcên terorê ya 21/02/2014 destûr dide ku şopandina tenê dikare 6 meh be(tevî hemû dirêjkirinan) û biryar tenê dikare bi yekdengiyê ji dadgehên cizayên giran wre standin, daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ya bi dîroka 06/03/2014 û bi nimroya 2012/44540 hatiye redkirin."