Li Strasboûrgê greva birçîbûnê 20 roj li pey xwe hişt
Greva biçîbûnê ya ku ji aliyê rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê bi armanca hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û statûya Şengalê di qada navneteweyî de bê naskirin, 20 roj li pey xwe hişt.
ANF
STRASBOÛRG
yekşem, 11 rezberê 2016, 19:55
Greva birçîbûnê ya ku bi 23’ê Tebaxê bi daxuyaniyekî li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgiritina Êşkence (CPT) û Konseya Ewropa (KE) hatibû destpêkirin, di serî de gelên ji bajarên Elmanya û gelek bajarên din bi ziyaretan piştgirya xwe anîn ziman.
Di nava bi sedan kesên ku ji danê sibehê ve tên ziyareta çalakgeran de endamê Meclîsa Midyad a Ewropayê Asûrî-Suryanî û Êzidî, endamên Meclîsa Êzidî Mannheîm-Alzey, li gel Êzidiyên der dor û bajarê Sarrbrucken nûnerên komeleya Elewiyan jî hebûn.
Di daxuyana li ser navê Meclîsa Midyad a Ewropayê de hat diyarkirin ku di nava gelê Rojhilata Navî de tevgera ku cûdakarî naxîne navbera gelan û xwedî lê derdikeve Tevgera PKK’ê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber vê yekê ‘Divê xwedî li fesefeya Rêber Apo derbikevin.’
LI BENDA DAXUYANIYA JI ÎMRALIYÊ TÊ NE
Îro di tevahiya rojê de bi çavên mereq li benda agahiya Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê ku çûbû Îmraliyê bû. Di saetên şevê de agahiya ku Mehemt Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiye bi tilîlî û dirûşman ve hate pêşwazîkirin.
Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku Fikret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacînî, Beşîr Êzidî û Bedîrhatn Kahraman ên li ser navên rêveberiya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ketibûn, bi dehan saziyên Kurd bi armanca pişgiriyê jî beşdarî çalakiya grevê bibûn. Herî dawî jî Endamên Konseya Netewî ya Bethnahrîn Aynûr Ozgun û Saît Afram bi armanca piştgiriyê 2 rojan beşdarî çalakiyê bibûn. Endamên Komîteya Dîplomasiyê yên ku xebatên karê derve yên saziyên Kurd a Ewropayê bi rêve dibin çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin.