Şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke hat bîranîn

Şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke ku hefteya bihurî jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hambûrgê bi civînekê hat bîranîn.

Jaedîcke ya 40 salî, ku bi qasî 10 salan di nava Tevgera Jinên Kurd de cih girt û herî dawî tevlî karên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hambûrgê bû, ji ber nexweşiya kanserê roja 3'ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

Merasîma ji bo bîranîna Jaedîcke bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji Berdevkên Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya da xuyakirin, ku Jaedîcke bi sekna xwe û enerjiya xwe ya pozîtîf tevkariyeke gelekî mezin li xebatên jinê kir û koça wê ya zû, ji bo wan gelekî giran e.

Di civîna bîranînê de, bi rêya sînevîzyonê jiyan û têkoşîna Jaedîck hat vegotin. Ji hevrêyên wê Annett Bender jî li vir axivî û got, "Dema mirov li Ellen difikirin, gelek caran ken û coşa wê tê bîra mirovan." Bender diyar kir, Jaedîcke sîstema konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan ji çepgirên Elman re vedigort û hewl dida pêvajoya rêxistinbûyîna şoreşger a li Elmanyayê bide destpêkirin. Bender ragihand, Jaedîcke bi coşeke mezin mirov li dora armancekê li hev dicivand û tevlî karekî hevpar dikir.

Li ser navê Navenda Jinê UTAMARA jî Sandra Keîl peyivî û destnîşan kir, ku daxwaza hevgirtina şoreşgerên li cîhanê xeta sor a jiyana Jaedîcke bû. Keîl ragihand, Jaedîck tevî hezkirina xwe ya jiyanê bi rêbaza xwe ya rexnekirin û lêpirsînê, xebat bi pêş ve dibir.

Dûre ji PYD Hambûrgê Hêja Îbrahîm mafê axaftinê girt û qala xebatên xwe yên bi Jaedîcke re dimeşand, kir. Îbrahîm da xuyakirin, ku ew heyranê agahî û çavdêriya Jaedîcke ya li ser rastiya Kurdistanê bû.

Di dawiya merasîma bîranînê de ku gelek jinên Elman jî lê amade bûn, hat ragihandin ku merasîma cenazeyê Ellen Jaedîcke wê roja 24'ê Îlonê saet di 12:00 de li goristana Hambûrg-Ohlsdorfê bê kirin.

...