Nûnerên Asûrî-Suryanî: Parastina Ocalan parastina rastiyê ye
Nûnerên gelê Asûrî-Suryanî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Kurdên Êzidî ya greva birçîbûnê tevlî çalakiyê bûn. Nûneran gotin parastina Ocalan parastina rastiyê ye.
Nûnerên gelê Asûrî-Suryanî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Kurdên Êzidî ya greva birçîbûnê tevlî çalakiyê bûn. Nûneran gotin parastina Ocalan parastina rastiyê ye.
Ji bo piştgiriyê bidin Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ku ji bo azadiya Ocalan û naskirina statuya Şengalê li Strasboûrgê ev 20 roj in di greva birçîbûnê de ne, endamên Konseya Neteweyî ya Bethanhrîn (MUB) û YekÎtiya Jinên Bethnahrîn Aynûr Ozgun û Saît Afram tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran dan xuyakirin, ku daxwaza azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî Asûrî-Suryanî daxwaza herî xwezayî ye û destnîşan kirin, ku parastina azadiya Ocalan parastina rastiyê ye.
Li ser navê nûnerên Asûrî-Suryanî Aynûr Ozgun axivî diyar kir, bi qasî gelê Kurd Ocalan ji bo gelên Suryanî, civaka Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn hêja ye û rêber e.
Ozgun got, "Li gorî nêrîna Ocalan, hemû gel, reng û civak divê bi awayekî azad bijîn û ji bo avakirina jiyaneke hevpar û demokratîk têbikoşin. Wî ev yek bi perspektîf, daxuyanî û pirtûkên xwe timî bilêv kir û xwest bixe meriyetê. Lê mixabin di encama komployekê de hat girtin û di dema dawî de tecrîda li ser hatiye şidandin. Ev tecrîd di heman demê de kelepçekirina nêrînên wî ye, fetisandina azadiya hemû gelan e. Ji ber ku li gorî nêrîna Birêz Ocalan divê feraseta azadiyê ji bo her kesî bi rengekî azad bê parvekirin."
Ozgun da xuyakirin, ku li ser navê MUB'ê ew ji bo gelê Suryanî daxwaza azadiya Ocalan dikin û got, "Em dixwazin mirovekî hêja, rast û modelekê pêşkêşî Rojhilata Navîn dike, were berdan."
Ozgun diyar kir, modela Ocalan wê jiyana hevpar û demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn û got, "Dem dema berxwedan û têkoşînê ye. Dewleta Tirk a nikare xwe li Rojava rabigire, îro hewl dide dest bavêje wê derê, dixwaze şer li wir jî derxîne. Pêwîste li dijî feraseteke bi vî rengî têkoşîn bê dayîn."
Ozgun û Afram destnîşan kirin, ku greva birçîbûnê ya civaka Êzidî ev 20 roj in li Strasboûrgê dimeşîne, gelekî watedar e û gotin, "Em îro tevî Êzidiyan li Parlamenta Ewropayê dîplomasiyê dikin û ji bo Şengalê û Deşta Nînovayê ji bo gelê Asûrî-Suryanî daxwaza statuyê dikin. Em li vê derê dest didin hev û ji bo me hemûyan, li erdnîgariya Bethnahrîn (Mezopotamya) daxwaza statuyê dikin. Ev yek ji bo me Kurd, Suryanî, Elewî yan jî Êzidiyan, mafê me yê herî xwezayî ye. Di dema pêş de divê ji bo tevahiya Mezopotamya û Rojhilata Navîn daxwaza ve statuyê were kirin. Ji bo me erkeke pîroz e ku di van çalakiyan de em Birêz Abdullah Ocalan bilêv bikin.
Nûnerên Asûrî-Suryanî bang li civaka navneteweyî kirin ku daxwaza azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bibîne û li ber zextên dewleta Tirk serî netewîne. Nûneran herî dawî gotin, "Banga me li saziyên navneteweyî, civak û welatên rojavayî ye: Em li cem rastiyê ne û bi rastî jî li ser rêyeke rast in. Em daxwaza mafê xwe dkin. Em dixwazin li welatê xwe bi rengekî demokratîk û hevpar bijîn. Lê mixabin her tim ev yek bi rê û rêbazên cuda hatiye astengkirin. Em dixwazin vê yekê ji civakên Ewropayê re bêjin: Îro li Rojava Kurd, Suryanî û Ereb bi rengekî hevpar li dijî DAIŞ'ê şer dikin. DAIŞ gefeke mezin li Ewropayê jî dixwe. Em hem xwe hem jî mirovahiyê diparêzin. Ji bo civaka navneteweyî vê baştir fêhm bike, divê em çalakiyên bi vî rengî pêk bînin."