NAVDEM’ê Cejna Qurbanê li Kurdan pîroz kir

NAVDEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê li gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM), bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişande ser rewşa çar parçeyên Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li gel rewşa neyênî jî Cejna Qurbanê pîroz kir.

NAVDEM’ê di daxuyaniyê de got, "Me hez dikir vê cejnê û hemû cejnan, bi dilekî xweş û geş, di nava aramî û aştiyek bi rûmet de û li gel miletê xwe pîroz bikira. Lê sed heyf û mixabin, neyarên me û bi taybetî jî Dewleta Tirka ya faşist/Dewleta AKP’ê, bi êrişkariyek dijî mirovatiyê jiyan li Kurdistanê û hemû herêmê herimandiye."

Di berdewamiyê de NAVDEM’ê bal kişande ser rewşa Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:

"Ev bû sal û nîvek ku têkiliyên me bi Rêberê me Abdullah Ocalan re nîn e; dijî-najî em nizanin. Ji bo vê em hemû gelê Kurdistanê weke li ser agir in, bê sebir û tebat in. Divê demek zûtir, hema tavilê agahîyek li ser jiyana Rêberê xwe em bistînin. Eger ev pêkneyê, ne tama cejnê û ne jî tama jiyanê ji me re dimîne."

Herî dawî NAVDEM’ê Cejna Qurbanê li Kurdan pîroz kir û got, ‘’ Lê belê dîsa jî em ji gelê xwe yê bawermend û welatparêz dixwazin ku, bi sebir û bi hişmendî vê Cejna Qurbanê jî û hemû pêvajoyê pêşewazî bikin. Da ku em karibin mirazê vê Dewleta zilimkar di qirika wê de bihêle û wê di nava kiryarên wê yên faşizan de bi fetisîne û hilweşîne.

Bi hêviya ku em hemû cejn û şahiyên xwe, li goreyî naveroka wan û li gorî dilê xwe yê evîndarê azadiyê û mirovatiyê ye  pêşewazî bikin û pîroz bikin.

Bi vê hest û hilwestê em şehîdên xwe bi bîr tînin û vê CEJNÊ jî li Rêberê xwe û gelê xwe pîroz dikin."