Gerîlayê HPG'ê Çekdar li Stûttgartê hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Rohat Tabak (Çekdar) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevî pênc hevrêyên xwe di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat bîranîn.

Measîma bîranînê li salona Sportpark a li bajarokê Zuffenhaus a Stûttgartê pêk hat û tevî malbatê, bi sedan dost û Kurdistanî tevlî bûn.
Di destpêka merasîmê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre malbata Rûhat Tabak sersaxî qebûl kir.
Ji qisekeran Serhat Agirî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û got, "Îro li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd têkoşîneke giran dimeşîne. Roj bi roj gelê Kurd şehîdan dide û ciwanên Kurd bi xwîna xwe vê axa pîroz av didin." Agirî da xuyakirin, ku tevî êş û xemgîniya giran jî, ew bi şehîdên xwe serbilind in.
Aram Xerîbî jî da xuyakirin, ku Rohat û hevrêyên wî ji bo çarenûsa gelê xwe bi destê xwe diyar bikin canê xwe feda kirine.
Xerîbî da zanîn, gelê Kurd wê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siberoja xwe bi xwe diyar bike û got, "bi xwîna şehîdan yekîtî û hevgirtina gelê Kurd pêk tê. Hêvîdarim wê gelê Kurd di demeke nêzîk de azad bibe."
Di dawiya merasîmê de bang li gelê Kurd hat kirin xwedî li doza şehîdan derkeve û merasîm bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.