Lecwan û Çekdar li Kolnê hatin bîranîn
Ji têkoşerên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Lewcan Mûnzûr (Adîl Sunger) û Çekdar Botan (Rûhat Tabak) ên ji ber êrîşên dewlet Tirk jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Ji têkoşerên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Lewcan Mûnzûr (Adîl Sunger) û Çekdar Botan (Rûhat Tabak) ên ji ber êrîşên dewlet Tirk jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li salona Eurosaalê pêk hat û gelek Kurdistanî û dost tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, dayika Lewcan Mûnzûr Ayten Sunger axivî û got, "Di şexsê roniya çavên xwe Lewcan û Çekdar de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê û şoreşa cîhanê bibîr tînim. Bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînim." Ayten Sunger got, "Dema Mehmet Tûnç gotinên Seyîd Riza anîn bîra me, eger me erd bihejanda, em ê bêhtir nêzî azadiyê bûna û hîn bêhtir şehadet rû nedidan."
'EZ Ê HER TIM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVIM'
Sunger gotineke kurt a kekê Lewcan Egîd bibîr xist, ku berî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe bilêv kir û got, "Dema kekê wî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, min xwest bibim asteng. Ez li pêşiya wî sekinîm, lê kekê wî ev tişt ji min re got, 'Dayikê, eger ya hemberî min dîwar be ez ê wî dîwarî qul bikim û biçim. Ez dixwazim dayika min alîgira min be, hevrêya min be, ne dijbera min'. Piştî vê gotina kurê min, min ev soz da wî; heta ev can hebe, heta ez nefesê bistînim ez ê bi te re bim, ez ê xwedî li doza hevrêyên te derkevim."
LEWCAN Û KEKÊ WÎ EGÎD XWE GIHANDIN ÇIYAYÊ DERSÎMÊ
Dayik Ayten Sunger bibîr xist, ku piştî 17 salan Egîd û Lecwan li çiyayê Dersîmê hev dîtin û got, "Egîd dema em dît, ji min pirsî 'dayê ev xort kî ye?'. Min jê pirsî 'bi rastî jî te nas nekir?' Egîd keniya û got, 'Binêre heval; ez yekî ji min xweşiktir û bejn dirêj naxwazim, ji kerema xwe re tu bi dayika xwe re vegere'. Li ser van gotinên kekê wî Lewcan got, 'dayê hê wextê min heye. Ez hinekî din li Dersîmê li cem hevrêyên xwe, li cem kekê xwe bimînim. Dixwazim wan nas bikim'. Min jî destûr da ku bimîne." Dayik Ayten Sunger diyar kir, ku Lewcan piştî vegeriya her tim ket nava lêgerîn û lêpirsînekê û di dawiya dawî de biryara tevlîbûnê da.
'EZ Ê HER TIM BI SERBILINDÎ BIMEŞIM'
Ayten Sunger da zanîn, ku piştî Lewcan tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, wê heman soza da bû Egîd da Lecwan jî got, "Lecwan parçeyê min ê din bû. Ez li kêleka kekê wî disekinîm, lewma nikarîbûm li hemberî wî, li hemberî hevrêyên wî bisekiniyam. Ji ber ku dema min ewilî ev têkoşîn nas kir, min Huseyîn Çelebî oxir kiribû. Dema min bihîst şehîd bûye, ez gelekî êşiya bûm. Bêguman berî û piştî Huseyîn şehîdên me hebûn, lê ew hevrêyê min ê destpêkê bû, hevrêyê ku em bi hev re têkoşiyan. Lewma ez ê ti carî li dû şehîdên me negirîm. Li dijî dijmin, bi biryardarî ez ê bi serbilindî bimeşim."
'EGER ME ERD BIJEHANDA, EM Ê BÊHTIR NÊZÎ AZADIYÊ BÛNA'
Ayten Sunger li ser navê hemû malbatên şehîdan, rêbertî, gerîlayên li serê çiyê û hevrêyên li zîndanan bang li gelê Kurd kir û got, "Eger di 1938'an de eşîran xiyanet li eşîrên berxwedêr nekiribûna, em ê îro ne di vê rewşê de bûna. Eger di berxwedana Zîlanê de xiyaneta navxweyî nebûya, em ê ne di vê rewşê de bûna. Dema Mehmet Tûnç gotinên Seyîd Riza anî bîra me eger me erd bihejanda, em ê hê bêhtir nêzî azadiyê bûna. Wê hîn bêhtir şehadet çênebûna. Ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ti agahî ji Rêberê me nayê girtin. Nêzî saleke agahî jê nîne. Lewma divê her kes bikeve binê vî barî. Ez nabêjim bila her kes rahêje çekê û biçe çiyê. Lê gelek kar hene ku em dikarin li vir bikin û bi vî awayî bibin hêjayî şehîdên xwe, hêjayî Rêberê xwe û hevrêyên xwe yên li zîndanan li ber xwe didin. Ez hemûyan bi rêzdarî bibîr tînim."
'EM DEYNDARÊ WAN E'
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman axivî û di şexsê Lecwan û Çekdar de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî. Kahraman da xuyakirin, tevî ku Lecwan li vir ji dayik bû, bi hesreta welêt bû û got, "Divê em armancên wan ên nîvco man e, temam bikin. Em deyndarê wan e. Em careke din sozê didin wan, heta bicihanîna armancên wan em ê nesekinin."
Di merasîma bîranînê de helbesta Alî Haydar Kaytan a li ser şehîdan hat xwendin.
Her wiha hevrêyên ciwan ên ji Ciwanên Azad, bi belavokekê dilsoziya xwe nîşan dan. Dûre Hevserokê KCD-E Yuksel Koç û ji FEDA'yê Pîr Riza Yagmûr axivîn.