BI DÎMEN

Li derveyî welat ji bo azadiya Ocalan çalakî berdewam in

Li derveyî welat ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî berdewam dikin. Kurdistaniyan li Elmanya, Îtalya, Awûstralya, Kanada û Japonya tecrîd şermezar kirin û dengê xwe li hikûmeta Tirk kirin.

Li derveyî welat ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî berdewam dikin. Kurdistaniyan li Elmanya, Îtalya, Awûstralya, Kanada û Japonya tecrîd şermezar kirin û dengê xwe li hikûmeta Tirk kirin.

MUNSTER

Li bajarê Munster ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Bajêr meşek hate lidarxistin, meş ji stesyona trênê dest pê kir û heya b Konsolosxaneya Tirk a Munsterê berdewam kir. Nêzî 300 kes tevlî meşê bû. Di meşê de pankarta ‘’Bila  bi Ocalan re muzakere dîsa dest pê bikin’’ hate vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên, ‘’Kujer Erdogn’’ ,’’Bijî Serok Apo’’, ‘’Artêşa Tirk ji Rojava bicehime’’ hatin berzkirin.

BRAÛNSCHWEÎG

Li bajêr Braûnschweîg ê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo Ocalan meşiyan. Meş ji hêla Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinan a Ronahî û Rêxistina Ciwanan ve hate organîzekirin. Ji hezarî zêdetir Kurdistanî tevlî çalakiya li meydana Schlossplatzê bûn. Li ser navê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer dengê xwe li hikûmeta Tirk kir û got divê di zûtirîn demê de bi Ocalan re hevdîtin bibe.

BASILICATA

Li herêma Basîlîcata ya Italyayê Komîteya Dostaniyê ji bo Ocalan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de danezan hatin belavkirin, ji Ocalan re azadî hate xwestin û bang hate kirin ku tevlî çalakiya navendî ya Romayê bibin ku 24’ê mehê wê pêk were.

BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê Komeleya Çanda Kurd civîneke gel pêk anîn. Wekîlê HDP’ê Kemal Aktaş di civînê de got, divê zû bi Ocalan re hevdîtin pêk were.

MELBOURNE

Li Melboûrneyê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Li paytexta Awûstralyayê Melboûrnê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Endamên Meclîsa NAV-KURD’ê û rêveberên Komeleya Jinên Kurd di çalakiyê de belavok belavkirin. 

Di çalakiyê de pirî caran li dijî DAIŞ’ê Awûsturyayiyan ji hêla maddî û manewî ve xwestin piştevaniyê bikin.

TORONTO

Li Torontoyê serokên saziyên Kurdan bi  wezîrê berê yê kar û bar û endamê serokê giştî yê Partiya Mihefezekar  Kellîe Leîtch re civiyan.

Di civînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rojevê. Leîtch diyar kir ew ê girêva birçîbûnê ya ku 13’ê Îlonê wê li Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Torontoyê dest pê bike, ziyaret bike û wê vê rewşê hem bibe Parlamentoya Kanadayê û hem jî bibe raya giştî ya Kanadayê.

JAPONYA

Li paytexta Japonya Tokyoyê li dijî tecrîda li ser Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk meşek hate lidarxistin. Di meşê de daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, ‘’Rewşa Ocalan ê ku îradeya gelê xwe ye nayê qebûlkirin. Em çalakiya girêva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên dildar dane destpêkirin slav dikin.’’

Her wiha hate xwestin ku di zûtirîn demê de bi Ocaaln re rûnin û vegerin ser maseya çareseriyê.

...