Dîplomatên Kurd: Hewldanên me yên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin
Komek ji 5 kesan, ku ji xebatkarên dîplomasiyê yên saziyên Kurd ên li Ewropayê pêk tê, ji duh ve ji bo destekê bidin rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê di greva birçîbûnê de ye.
ANF
STRASBOÛRG
yekşem, 11 rezberê 2016, 10:12
Endamên Komîteya Dîplomasiyê diyar kirin, xebatên wan ên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin û bang li gelê Kurd kirin, ku bi yek dengî li ber polîtîkayên komkujiyê rabin.
Li ser navê Komîteya Dîplomasiyê Lîzda Dersîm daxuyaniyek da û sedema tevlîbûna xwe ya li grevê eşkere kir: "Weke Komîteya Dîplomasiyê me ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Di nava Komîteya Dîplomasiyê de nûnerên ji parçeyên cuda hene. Ji Tevgera Jinê, ji PJAK'ê, ji PYD'ê û saziyên din ên giştî nûner hene. Bi çalakiyê ve em dixwazin nîşanî tevahiya raya giştÎ ya cîhanê bidin ku rewşa Serok Apo pirsgirêkek siyasî, însanî, civakî, neteweyî û navneteweyî ye.
Em li qada navneteweyî di nava hewldanan de ne. Bi saziyên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û rêxistinên civakî yên sivîl re hin hevdîtinên me çêbûn. Konferans û semînerên me jî dewam dikin. Bi vê greva birçîbûnê ve em dixwazin hîn bêhtir raya giştî agahdar bikin. Hin hevalên me li derve vî karî dimeşînin, hin heval jî bi rengekî temsîlî tevlî greva birçîbûnê bûne."
Dersîm bal kişand ser fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Li ser navê saziyên Kurdan me serokên dewletan, serokwezîran û wezîrên karên derve yên dewletan re li ser vê hesasiyeta xwe name şandin. Her wiha weke Tevgera Jinê em hewl didin dosyayên li ser rewşa Rêberê xwe amade kirine, bigihînin cihên pêwîst. Di vî warî de xebatên me dewam dikin."
HEWRAMÎ: DIVÊ GELÊ ME LI HER CIHÊ LÊ YE XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVE
Ji xebatkarên dîplomasiyê yên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zerdeşt Hewramî jî got, "Gelê me wê li her cihê lê ye xwedî li Rêber Apo derkeve. Daxwaza me ji gelê me ew e, ku ji îdîa û nûçeyên medya Tirk bawerneke. Ji ber ku dixwazin gelê me bixapînin."
Hewramî da xuyakirin, ku greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê wê bi ser bikeve û ev bang li gelê Kurd kir, "Li her cihê lê dijî bila xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkeve."
ŞAREZORÎ: XWEDÎDERKETINA LI OCALAN ERKA EXLAQÎ, ÎNSANÎ Û NETEWEYÎ YE
Li ser navê Tevgera Azadî Rebwar Şarezorî yê ji Başûrê Kurdistanê jî da xuyakirin, ku ji bo tevlî greva birçîbûnê bibe ew ji Brîtanyayê hatiye Strasboûrgê û bal kişand ser girîngiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê.
Rebwar Şarezorî bang li ciwanên Kurd bi taybetî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got, "Xwedîderketina li Ocalan erka exlaqî, însanî û neteweyî ye." Şarezorî diyar kir, gelê Kurd û Ocalan yek e, bi hev girêdayî ne û destnîşan kir, ku ew mîna ruh û beden e ku ji hev nayê cudakirin.
Şarezorî herî dawî ji gelê Kurd xwest ku yekîtiya xwe xurt bike û bi saya vê yekê planên dijminên gelê Kurd pûç bike.