Demîrtaş: Erdogan ji aştiyê ditirse, lewma deriyê Îmraliyê girt
Demîrtaş li Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê axivî û got, Erdogan ji aştiyê ditirse, lewma deriyê Îmraliyê girt.
Demîrtaş li Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê axivî û got, Erdogan ji aştiyê ditirse, lewma deriyê Îmraliyê girt.
Fetîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê duh êvarê li paytexta Swêd Stockholmê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vir axivî û diyar kir, rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Demîrtaş destnîşan kir, ku Erdogan ji ber ku ji aştiyê ditirse, deriyê Îmraliyê girtiye.
Demîrtaş fikarên gelê Kurd ên ji ber ewlekarî û tenduristiya Ocalan bibîr xist û got, "Divê em wî derî vekin. Divê em deriyê rêya aştiyê vekin. Ji ber vê yekê, li dora Wî berxwedan bi rê ve diçe. Eger em di mijara aştiyê de samîmî ne, wê demê divê em zanibin, ku heta rewşeke ewçend cidî li Îmraliyê hebe, encam bi dest nakeve. Siyaset û têkoşîn, karê encamgirtinê ye. Jİ bo encamgirtinê jî divê em deriyê Îmraliyê vekin."
Demîrtaş giranî da ser rewşa li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bal kişand ser girîngiya pêkhatina yekîtiya netweyî ya Kurdan û xurtkirina têkoşîna Kurdên li dîasporayê.
TÊKOŞÎN ÊDÎ GAV BI GAV BI SER DIKEVE
Demîrtaş anî ziman, gelê Kurd piştî 100 salan firsenda azadiyê bi dest xistiye û destnîşan kir, ku ew ê vê firsendê ji dest bernedin. Demîrtaş got, "Ji ber vê yekê, ne tenê li welêt li dîasporayê; li Ewropa, Amerîka, Kanada, Çîn, Rûsya heta Awûstralyayê divê Kurd liher cihî tevlî vê têkoşînê û pêngavê bibin. Têkoşîn wê êdî zêde dewam neke. Gav bi gav bi ser dikeve. Hûn ê bibînin, di demeke kurt de wê li Rojava, Bakur, Bşaûr guherînên mezin pêk werin û cîhan tev wê lê binêrin bê Kurdan yekîtî û tifaqa xwe pêk anîne yan na. Gelekî parçebûyî, gelekî ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk naniye, dikare firsendên dîrokî ji dest berde."
YEKANE RÊYA TÊKBIRINA ERDOGAN, BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ
Hevserokê HDP'ê Demîrtaş diyar kir, yekane rêya qelskirina rejîma Erdogan û têkbirina faşîzm û nîjadperestiya Tirk, berfirehkirina tifaqê û mezinkirina berxwedan û piştgiriyê ye. Demîrtaş axaftina we bi vî rengî dewam kri: "Vî gelî ewladên xwe yên herî hêja feda kir. Li pêş çavên tevahiya cîhanê, ev leheng bûn asteng li pêşiya artêşa tecawiz û barbran DAIŞ'ê.
Dibe ku hin kes lehengiya li Rojava fêhm nakin. Dibe ku hin kes dixwaze destana li Rojava tê nivîsandin, weke terorîzmê bibînin. Lê belê cîhan tev, ji me hemûyan baştir dizane bê kî terorê dike. Baş dizane bê kî li wê derê li dijî terorîzma DAIŞ'ê fedekariyeke çawa dike."
EM GEL IN, EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN
Demîrtaş da zanîn, ku berjewendiyên her dewleta cuda ne û got, "Her dewlet bi rê û rêbazekê dixwaze Kurdan ya weke tetîkkêş bi kar bîne, yan jî Kurdan di vê têkoşînê de weke pêşeng bi kar bîne, lê hewl dide vê yekê jî bi dagirkeriya xwe bike. Kurd êdî ne Kurdên beriya 100 salî ye. Rêxistinbûyî ne, zane ne, fedakar in. Artêşa xwe heye. Siyasetmedarên xwe hene. Lehengiyên li Rojava mînaka vê y e. Serketina têkoşîna li Tirkiyeyê ya bi pêşengiay gelê Kurd tê meşandin, mînaka vê rastiyê ye. Tiştek heye. Em ê bi ser bikevin. Di têkoşîneke bi vî rengî ya zehmet de em ê serketî bin. Ji ber ku yê mafdar em in yê rewa em in, yê xwedî hêz em in. Di roja îro de, ti hêzeke ku pişta xwe nespêre gel, nespêre têkoşîna li kolanan, nikare bi ser bikeve. Têkoşîneke li dora maseyê bê qezençkirin nîne. Gelê Kurd li her derê, li her qada jiyanê bi lehengî têdikoşe. Fedakariyên ewqasî mezin dike, ku mirov dest ji can, mal, ewlad, gund, kargeh, her tiştên xwe berdidin. Lê bi tenê dest ji doza azadiyê, dest ji rûmeta xwe bernadin."
Demîrtaş da xuyakirin, ku divê Kurdên li dîasporayê vê fedakariyê bibînin û piştgiriyê xurt bikin. Demîrtaş bal kişand ser Cejna Qurbanê û ji hemû beşdaran re xwest qurban û alîkariya xwe bişîne li Kurdên li Kurdistanê malên wan hatine xerakirin û talankirin.
Demîrtaş bibîr xist, ku dîroka gelê Kurd bi komkujî û êşên giran tijî ye û got, "Ji bo di sedsala pêş de ev êş neyên kişandin, ji bo zarokên me, neviyên me bi rengekî azad bijîn em van berdêlan didin, em ê bidin."
Di 20. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê de Nasir Rezazî, Rojda, Aram Serhad, Koma Heval derketin ser dikê û komên govendê hunera xwe pêşkêş kirin.
Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan. Di festîvalê de nûnerên komîteyên Rojava, KNK, PJAK û rêxistinên din peyamên xwe pêşkêş kirin.
Qisekeran dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê şermezarkirin.