Greva birçîbûnê ya li Adigey di roja duyemîn de didome
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komek 25 kesan ve didome.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komek 25 kesan ve didome.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a Federasyona Rusyayê, ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî bi dirûşmeya “Ji Serok Apo Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” bi 25 kesan ve li avahiya otonomiyê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd û Jinên Kurd ve di roja duyemîn de berdewam dike.
Çalakvanên ku greva biçibûnê dewir girtin, diyar kirin ku heta ji Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî neyê girtin wê çalakiya xwe bidomînin û her wiha wê çalakiyên xwe berfireh bikin. Çalakvanên ku ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê kirin û dest nişan kirin ku wê çalakiya xwe heta Ocalan azad nebe û ji bo Kurdistanê statû neyê, wê berdewam bikin. Çalakvanên Adigey gotin ku ew naxwazin êdî bê nasname jiyan bikin û wiha axivîn: “ Em bi vê sîstema êşkenceyê ya Îmralyê ve naxwazin bijîn. Heta azadiya Serok Apo jî em ê ser piyan bin.”