Kurdên li Moskovayê jî ji bo Ocalan dest bi greva biçîbûnê kirin
Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurd ên Moskovayê jî bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” dest bi greva birçîbûnê kirin.
Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurd ên Moskovayê jî bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” dest bi greva birçîbûnê kirin.
Kurdistanî û nûerên saziyên Kurd ên ku li paytext Moskova ya Rûsyayê li Mala Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakvan beriya ku dest bi greva birçîbûnê bikin ji raya giştî û çapemeniyê re daxuyaniyek Kurdî û Tirkî da, hat diyarkirin ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye girtin, piştî bûyerên ku di demê dawî de hatin pêk anîn û şûn de fikarên gelê Kurd zêde bûne.
Wiha hat gotin: “Li Îmraliyê çi tê jiyîn? Rewşa tendirustiya Rêbertiya me çawen e) em nizanin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê hate pêk anîn, piştî daxuyaniyên rayedarên Tirk ên ku gotn li Îmraliyê êrîş hatine kirin ev yek bû sedem ku fikarên gelê Kurd bigihije asta herî jor.
SAZIYÊN KU BEŞDARÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÛNE
Navên saziyên Kurd ên ku beşdarî greva birçîbûnê ya li Moskovayê bûne wiha ne:
Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî
Otonomiya Federal a Çand û Netewî ya Kurd a Rûsya
Organîzasyona Parstina Mafê Kurdên li Moskovayê “Mezopotamya”
Kongreya Êzidiyên Moskovayê
Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê
Komeleya Karkeran a Kurd a Rûsyayê
Organîzasyon Jinên Kurd a Moskova ya Viyan
Piştî daxuyaniyê çalakger dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berzkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.