Ji KNK'ê peyama Cejna Qurbanê

"Em bi hêvî ne, ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got, "Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şewitandin. Bi awayekî bê heq bê hiqûq destanîn ser Şaredariyên Kurdistanê, îradeya gelê me tê binpê dikin. 

Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemû awayî berdewam dikin. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewamin. Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kordistanê jî êrîşê gelê me dike. Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Li dijî van êrîşan gelê me jî, bi hemû awayî li ber xwe dide, bi qehremanî û bi fedakriyek mezin êrîşên dijminan pûç dike."

Peyama KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ewe ku yên bi êrîşî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in' û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin veşartin. 

Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman ee û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û bi bawerin ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin."