Rêveberên Êzidî yên di grevê de ne, name ji Ocalan re nivîsandin

Endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya Şengalê ev 20 roj in bêdem-bêdorveger di greva birçîbûnê de ne, nameyek ji Ocalan re nivîsandin.

Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Behîrhan Kahraman, Bozo Bacinî û Êzidiyê bi navê Beşîr Êzidî, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek nivîsandin û hest û nêrînên xwe li vê nameyekê nivîsandin.

'YEKANE TEMÎNATA ÊZIDIYAN, OCALAN Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD E'

Çalakgeran bibîr xistin, ku piştî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derket holê, Êzidiyan derfet dîtin ku bêjin 'Ez Êzidî me' û gotin, "Ev yek berê nepêkan bû. Ji ber ku tirsek hebû; ew biçûk dixistin. Ev hemû saya we, bi saya felsefe, bîrdozî û perspektîfên we pêk hatin. Êdî temînateke bi tenê ya Êzidiyan heye: Hûn in û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e."

BI HEZARAN PDK'YÎ REVIYAN, LÊ TENÊ ÇEND SED ŞERVANÊN AZADIYÊ PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ GIRTIN

Rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê bibîr xistin, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin û weke Fermandara 73'an hat binavkirin. Rêveberan destnîşan kirin, ku hêzeke gelekî mezin a leşkerî ya PDK'ê li herêmê hebû, lê tevî vê hêza xwe jî Êzidî terikand. Di nameyê de hat ragihandin, ji ber vê helwesta PDK'ê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin zarok dîl hatin girtin, mîna koleyan hatin firotin û hat gotin, 'Tenê çend sed şervanên azadiyê' bi sed hezaran Êzidî ji qirkirineke mezin rizgar kirin.

AGAHIYÊN LI SER STATU Û XWEPARASTINA ŞENGALÊ HATIN PARVEKIRIN

Di dewama nameyê de hat gotin, piştî komkujiyê ji her aliyên Kurdistanê xwedî li Êzidiyan hatiye derketin û agahî hat dayîn, ku di 14'ê Çileya 2015'an de Meclîsa Xweser Şengalê hatiye avakirin, bi hezaran şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Berxwedana Jinê ya Şengalê (YJŞ) îro tevî şervanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şer dikin.

Di nameyê de bal hat kişandin ser armanca damezrandin û xebatên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê û hat ragihandin, ew dixwazin li qada navneteweyî xwedî li Şengalê derkevin, YBŞ, YJŞ û statuya Şengalê bidin qebûlkirin.

'YEK RÊBERÊ ME HEYE, EW JÎ HÛN IN'

Rêveberên Êzidî dan xuyakirin, ku feslefe û perspektîfên Ocalan ji bo wan esas in û gotin, "Ji bo fermanên nû nebin, em lobiya Êzidiyan berfireh dikin û em dibêjin yek Rêberê me heye; ew Rêber jî hûn in. Ji bo me mirovê herî hêja yê li cîhanê hûn in."

Çalakgeran li ser greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 23'ê Tebaxê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê agahî dan û dan zanîn, eger daxwazên wan neyên qebûlkirin, ew ê greva xwe heta mirinê bidomînin.

Di nameyê de hat ragihandin, ku du armancên greva birçîbûnê hene, ew jî; rakirina tecrîda giran a li ser Ocalan û qebûlkirina statuya Şengalê bi rengekî rewa.

Çalakgeran bi van hevokan nameya xwe ya ji bo Ocalan qedandin: "Em îro di roja 20'an a grevê de ne. Em careke din dibêjin, em dilsozê we ne. Azadiya we, azadiya me û azadiya Şengalê ye. Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo azadiya we, em soz didin ku em ê bi we re dilsoz bin û felsefeya we bimeşînin."

...