Hêzên TŞYG li Sêwasê li wesayîteke zirxî xistin
TŞYG'ê ragihand, roja 9'ê Tîrmehê hêzên wan li girê Tank ê li herêma navbera navçeyên Îmranli-Zara yên Sêwasê li wesayîteke zirxî xistine.
TŞYG'ê ragihand, roja 9'ê Tîrmehê hêzên wan li girê Tank ê li herêma navbera navçeyên Îmranli-Zara yên Sêwasê li wesayîteke zirxî xistine.
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "Roja 9'ê Îlonê saet di 20:50 de li girê Tank ê li navbera navçeyên Îmranli-Zara yên Sêwasê, hêzên me bi yekîneyeke leşkerî ya bi tevger hesiyan. Li vê derê, ji cihekî nêz derbên xurt li wesayîteke zirxî xistin. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran ên li vê wesayîta derba giran xwar, nehat zelalkirin."