Arjantîniyan li dijî Tirkiyê name nivîsîn

Parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedarên Arjantînî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê û tecrîda li ser Ocalan guftûgo kirin. Têkildarî mijarê name dane hikûmetê.

Enteektuelên Arjantînî ku di nav wan de xwediyê xelata Noelê ya Aştiyê Adolfo Perez Esquîvel, Plaza de Mayo Anneler, Nora de Cortînîas jî, geek parezvanên mafê mirovan û siyasetmedaran nameyek nivîsîn û serî li Wezareta Karê Derve ya Arjantînê dan.

Ji koma ku li ber avahiya Seroktiyê civiyan 3 nûner bi Şefê Kabîneyê yê Karê Derve Eduardo A. Varela û endamên Masaya Rojhilata Navîn re hev dîtin û nama radestî wan kirin.

Varela ku li ser navê Seroktiyê tevlî axaftinan bû diyar kir, ew binpêkirinên mafên Kuran ên li Tirkiyê ku bi taybetî vê sala dawî pêk hatin dişopînin, her wiha haya wan ji kirinên hikûmeta Tirkiyê heye ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dikin û bi fikar van kirinan dişopînin. Varela diyar kir, di demeke kurt de ew ê bi gavên berbiçav bersivê bidine vê serlêdanê.

Di nameyê de tê gotin piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li Tirkiyê bi ser Kurdan de êrîşa qirkirinê dane destpêkirin û îstatîstikên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û raporên saziyên weke Human Rîght Watch têne danîn. Di nameyê de bal tê kişandin ser qedexeyên derketina derve, komkujiyên ser sivîlan, kavilkirina bajarên Kurdistanê û koçberkirina b idarê zorê, girtinên siyasetmedarên HDP’ê û DBP’ê û girtina Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameyê de cihekî berfireh digire.

Di nameyê de dagirkirina Rojava ya ji hêla dewleta Tirk ve jî tê rexnekirin û tê gotin, têkiliya Tirkiyê ya bi çeteyan re û êrîş li dijî Rojava ne.

DAXWAZ

Di nameyê de piştî ragihandina Rewşa Awarte behsa ji kar avêtinên komî, zextên li ser saziyên çapemeniyê, rojnamevanan û betalkirina pasaportan tê kirin. Ji Wezareta Karê Derve ya Arjantînê ev tê xwestin:

"Divê hikûmeta Arjantînê bi hikûmeta Tirkiyê û Serokkomarê wê Erdogan re têkilliyê xwe di ber çav re derbas bike,

Ji bo bidawîkirina şerê ku heta niha bûye sedema mirina bi deh hezaran mirov û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike, zextê bike,

Divê piştgirî ji bo mexdûrên rejîmê were nîşandan

Hikûmeta Arjantînê li dijî binpêkirina mafê mirovan ên li Tirkiyê divê bibe xweyî helwesteke zelal, ji bo vê pêşî li vê bigire, divê di qada navnetewî de tevbigere
Ji bo ku Tirkiye operasyona li Sûrî bi dawî bike û têkiliya xwe ya bi çeteyên cîhadîst re bi dawî bike, divê zext werin kirin.

Bi rêya nûnerên dîplomatîk têkildarî binpêkirina mafê mirovan ên li Tirkiyê divê rapor werin girêdan û bi raya giştî re werin parvekirin."

...