ESP: Qeyûm darbe ye
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) tayînkirina qeyûman li 24 şaredariyên DBP'yî weke 'darbe'ya AKP/Qesrê bi nav kir.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) tayînkirina qeyûman li 24 şaredariyên DBP'yî weke 'darbe'ya AKP/Qesrê bi nav kir.
Di daxuyaniya ESP'ê de hat ragihandin, bi rêya qeyûman vîna gel hatiye desteserkirin û hat gotin, "Bi vî awayî careke din eşkere bûye, Rewşa Awarte ya ku dihat gotin li dijî darbekaran weke tedbîrekê hatiye ragihandin, di rastiyê de ji bo bi serxistina darbeya qesrê ya li dijî hêzên demokratîk rêxistinbûyî, hatiye ragihandin. Dûrxistina rêveberên herêmî yên bi dengên gel hatine hilbijartin û tayînkirina burokratan bi zora polîsan û qanûnên faşîst, mînaka zelal a rejîmên darbekar e. AKP'ê bi pêkanînên xwe yên du mehên dawî, generalên darbekar ên 12'ê Îlonê jî li dû xwe hiştiye. Kenan Evren miriye, lê ruhê wî di bedena Erdogan de ye."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Erdogan ku ji roja destpêkê ya desthilatdariya xwe û vir ve her carê dibêje 'vîna gel' û îdîa dike ku encamên hilbijartinê meşrû ne, dema gelê Kurd di hilbijartinê de bi ser ket, dest bi demagojiya 'terorê' kir û darbe li sindoqê kir. Darbeya ku li dijî encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê hat kirin, îro bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan, bi gaveke din giran bûye.
Tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên bi dengên gel hatine hilbijartin, tê wateya 'ez vîna gelê Kurd nas nakim'. Şerê li dijî modela xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê Kurd, giran dibe. Ev yek, israra di mirinan de ye, ku ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd rû didin.
Mafê gelê Kurd ê rewa ye ku van qeyûmên hatine tayînkirin nas neke. Helwesta gelê Kurd a parastina destketiyên xwe li dijî qeyûman, mafekî rewa ye. Divê hemû hêzên pêşverû, demokratîk û şoreşger, destketiyên gelê me yê Kurd weke destketiyên xwe bibînin û xwedî li şaredariyên hatine desteserkirin derkevin. Li dijî rejîma qesrê û AKP'ê ya darbekar, em ancax bi têkoşîneke yekbûyî dikarin destketiyên gelên xwe biparêzin."