Ji Hevserok Yildirim têkildarî qeyûman: Em ê we ji vir bi qewitînin!
Hevşaredar Necla Yildirim li dijî qeyûmê wiha bertek nîşan da û got: “Heta ku em we ji vir neqewitînin em di odeyê de narûnin, em we nasnakirin.”
Hevşaredar Necla Yildirim li dijî qeyûmê wiha bertek nîşan da û got: “Heta ku em we ji vir neqewitînin em di odeyê de narûnin, em we nasnakirin.”
Yek ji şaredariyên ku danê sibehê qeyûm hate wezîfedarkirin şeredariya Şemrex a DBP’ê keyeyê ji gundê Hetvan Vahît Çalak weke şaredar hete wezîfedarkirin.
Di dema serdegirtina avahiya şaredariyê de,hevşaredara DBP’ê ya Şemrexê Necla Yildirim li rastî Çalak ê nû bi qeyûmê hatî wezîfedarkirin û qeymeqamê navçeyê hate. Dema ku Çalak û qeyemqam ê ku xwestin bi hevşaredarê ku bi zorê hate derxistin re baxive, Yildirim bertekên tund nîşan da.
Yildirim li qeymeqam û Çalak vegeriya û wiha got: “We ev meqam xespkir, Vîna gel bi darbeyê desteser kirin. Heta ku em we ji vir neqewitînin em nasekinin.” Bertek nîşan da.
“WÊ TÊKOŞÎNA ME HÊ BILIND Û XURTIR BIBE’
Yildirim, piştre hate pêşiya avahiyê û bi gel re civiya, axaftinek kurt kir. Yildirim anî ziman ku wê li dijî vîna gel a ku hate xestpkirin têkoşînê bilind bike, em ê bi gel re têkoşînê bilind û xurt bikin. Gotinên Yildirim bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin û ev da nîşan dan ku wê qeyûman nas nekin.