Rêxistina Piştgiriyê ya Baskê: Em ê bibin dengê daxwazên gelê Kurd
Rêxistina Piştgiriya Navneteweyî ya Baskê peyamek ji berxwedêrên greva birçîbûnê re şand û got, "Em ê bibin dengê daxwazên gelê Kurd û piştgiriya xwe ya navneteweyî bidomînin."
Rêxistina Piştgiriya Navneteweyî ya Baskê peyamek ji berxwedêrên greva birçîbûnê re şand û got, "Em ê bibin dengê daxwazên gelê Kurd û piştgiriya xwe ya navneteweyî bidomînin."
Rêxistina Piştgiriya Navneteweyî ya Baskê (Komîte Internazîonalîstak) ji berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Amedê re mesajek şand û piştgiriya xwe nîşan da. Di peyamê de hat ragihandin, mîna gelên din ên ji bo azadiyê şer dikin, dîroka gelê Kurd jî bi komkujî, êrîş û xwînê dagirtiye, lê di heman dîrokê de rûmet û li dijî êrîşan xwe ji nû ve afirandin jî heye.
Di dewama peyamê de hat gotin, "Dewletên ku mafê çarenûsa siberoja gelê Kurd înkar dikin, êrîşên herî giran ên demên dawî dibin ser gelê Kurd. Lê gelê Kurd jî sekneke bi rûmet nîşan dide, ku bi tenê mirovên ji bo siberoja xwe şer dikin bi vê seknê dizanin. Bêguman divê were destnîşankirin, ku jinên hem li qada têkoşînê hem jî li qada civakî bi berpirsyariyê radibin, mafên xwe yên ji aliyê civaka baviksalariyê ve hatine înkarkirin, ji nû ve bi dest dixin.
'EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBE'
Em careke din ji vê derê, êrîşên hikûmeta Tirk ên li Bakur û Rojava, welatên rojavayî û Yekîtiya Ewropa yên li pêşberî vê mijarê bêdeng dimînin û bi vî rengî hevparê sûc in, teşhîr û şermezar dikin. Di heman demê de em, zexta hikûmeta Îranê ya li dijî girtiyên siyasî yên li Rojhilat û ambargoya kujer a Barzanî bi rengekî bêbawerî û tirsonekî li ser Rojava dimeşîne, her wiha em karê wî yê bi dewleta Tirk re dimeşîne, ji bîr nakin. Wekî din, em girtina li derveyî hiqûqê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermerzar dikin, ji bo ji nû ve muzakereyên aştiyê destpê bikin weke gava destpêkê em dixwazin tecrîd were rakirin û mîna hemû girtiyên din ên siyasî ew jî azad bibe.
Weke Komîteya Piştevaniya Navneteweyî em dibêjin; em mafê xweparastin û birêxistinkirinê yê gelê Kurd ê li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nas dikin. Ji welatê Baskê em ê bibin dengê daxwazê gelê Kurd û piştgiriya xwe ya li qada navneteweyî bidomînin. Bijî Berxwedana Kurdistanê!"