HDP: Em darbeya qeyûm qebûl nakin

HDP'ê têkildarî desteserkirina şaredariyên DBP'yî de, ku bi rêya qeyûm tê kirin daxuyaniyek weşand û diyar kir, ev helwest wê pirsgirêkên heyî yên li bajarên Kurdan kûrtir bike.

Desteya Rêveberiya Navendî ay HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî tayînkirina qeyûman de gotina 'me dest danîn ser rêveberiyê' ya beriya 36 salan di darbeya 12'ê Îlona 1980'ê de hat bilêvkirin, bibîr xist. HDP'ê ev rewş weke darbeya qeyûm pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 'tayînkirina qeyûm li şaredariyan' ku AKP'ê bi biryarnameyekê xist merieytê, li dijî hemû peymanên navneteweyî yên demokratîk, hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan e û hat destnîşankirin, ku ev kiryara vîna hilbijêrên HDP'ê tine dihesibîne, rêveberiyên herêmî yên hatine hilbijartin nas nake, vîna gel qebûl nake, bê hikum e.

HDP'ê bibîr xist, ku darbeya qeyûm bi giranî li bajarên Kurdan ên bi rêjeya ji sedî 65-95'an şaredariyên xwe hilbijartine, hatiye kirin û wiha dewam kir: "Ev helwesta bêhiqûqî û kêfî, wê pirsgirêkên heyî yên li bajarên Kurdan kûrtir bike. Wê bike ku pirsgirêka Kurd hîn bêhtir bixitime û çareseriya wê gelekî zehmet bibe."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Gel wê xwedî li hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê ku bi xwe hilbijartiye derkeve. Gel wê serê xwe li ber zîhniyeta vîna wan tine dihesibîne, netewîne û vê bêhiqûqiyê qebûl neke.

Desthilatdariyê, 15'ê Tîrmehê ji xwe re weke firsendekê dîtiye û gaveke bi vî rengî ya tirsnak avêtiye. Divê derhal dest ji vê nêzîkatiya xwe berde."