Lîderê muxalefeta sereke ya Îngilîstanê: Divê Ocalan azad bibe
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn got, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Corbyn her wiha xwest, mafê Kurdan ê xwerêveberiyê bê nasîn.
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn got, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Corbyn her wiha xwest, mafê Kurdan ê xwerêveberiyê bê nasîn.
Di pêşbaziya kampanyaya lîdertiya Partiya Karker de, duh Lîderê Partiya Karker Jeremy Corbyn li civîneke bakurê Londonê axivî û got, divê heqê Kurdan ê xwerêveberiyê were nasîn.
Li civîna ku bi pêşengtiya Meclîsa Kurd a Brîtanyayê pêk hat, gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn. Civîn ji hêla Wekîla Herêma Edmonton û endama Kabîneyê Kate Osamor ve hat birêvebirin. Corbyn di vê civînê de mijarên navxweyî û navneteweyî şîrove kir.
Corbyn diyar kir, ji bo şerê li Kurdistanê bi dawî bibe û aştî pêk were divê Ocalan azad be û got:' 'Min gelek caran got, eger wê çareserî û aştiyek pêk were divê Ocalan azad be û li dora maseyê be. Di vê mijarê de wê xebatên me hebin. Avaniya herî bilind a hemû sendîkayên Kongreya Trade Unîon îmza xwe li bin biryareke girîng danî. Ji bo azadiya Kurdan û Ocalan kampanyayeke berfireh dide meşandin. Ev geşedaneke pir girîng e."
'DIVÊ HEQÊ KURDAN WERE NASÎN'
Corbyn têkildarî şerê Rojhilata Navîn jî got, di şerê Sûriyeyê de bi sed hezaran mirov mirine û bi mîlyonan mirov neçar mane ku ji welatê xwe koçber bibin. Corbyn wiha domand, ''Divê çareseriyeke siyasî ji bo şerê Sûriyeyê were dîtin. Divê heqê gelên cihê yên Sûriyeyê werin misogerkirin, divê heqê Kurdan were nasîn."
Corbny wiha bi nav gotinên xwe de çû: "Bi salan e ku ez Kurdan ji nêz ve dişopînim û dîroka wan dizanim. Ji sala 1920'an ve nasnameya wan hate înkarkirin. Ji hêla hêzên ku çavê wan li wan xakan bû, bi Sykes Pîcot û peymanên din heqê neteweyî yê Kurdan hate înkarkirin. Û em bi encamên van kêşeyan re hevrû ne.
Û heta niha hatin înkarkirin. Eger li herêmê aştî tê xwestin divê mafê Kurdan ê xwerêveberiyê were nasîn. Di vê mijarê de dirûşma me ya sereke ev e; aştî, heqê mirovan, dadmendî û demokrasî.
Gelek caran ez çûme Kurdistanê û min neheqiyên li wir dîtin. Di vê mijarê de hikûmeta Brîtanyayê divê mafê mirovan bike hîmê polîtîkaya xwe ya derve. Li gel heqê çandî û polîtîk divê ji bo ku bikaribin xwe bi rê ve bibin jî xebatan bike."
JERMY CORBYN KÎ YE?
Jeremy Corbyn ku ji mêj ve weke dostekî nêzîk ê Kurdan tê naskirin, ev 33 sal in li parlamentê ye. Corbyn bi nasnameya xwe ya sendîkavanê berê û sosyalîstî tê nasîn. Di 1983'an de li herêma Îslîngton a Londonê dibe parlamenter.
Di Kraliyeta Yekbûyî de, di hilbijartinên parlamentê yê 7'ê Gulana 2015'an de ji ber ku bi ser neketibû Ed Mîllîband xwe ji bo Lîdertiya Partiya Karker danîbû. Piştî Mîllîband di pêşbaziya lîdertiyê de Corbyn rengekî nû da siyaseta Brîtanyayê. Bi sed hezaran mirov ji bo piştevaniyê bidine Corbyn qeyda xwe li partiyê kirin. Di hilbijartinên 12'ê Îlona 2015'an de Corbyn berandamên din li paş hiştin bi sedî 60 dengê ku standî bû serokê giştî yê Partiya Karkir.
Ji roja ku hatî hilbijartina heya niha ji ber muxalefeta navxweyî gelek rojên giran derbas kirine lê dîsa jî îstîfa nekir û dev ji peywira xwe neqeriya. Piştî referandûma Yekîtiya Ewropayê ji ber sedema dengê pênebaweriyê ya 172 wekîlên ku li hemberî partiya xwe serî rakirin, Corbyn dîsa neçar ma ku têkeve pêşbaziya lîdertiyê û li pêşberî wî Owen Smîth heye. Di konferansa 25'ê Îlonê de wê lîderê nû yê partiyê were hilbijartin.