Li Elmanyayê ji bo Ocalan çalakiya kon

Li Elmanyayê çalakiyên protestokirina tecrîdê û bi daxwaza azadiya Ocalan têne lidarxistin, didomin.

Li bajarên Hameln û Nîenbûrg ên Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate destpêkirin.

Di çalakiyê de ku li ser banga TJK-E, Meclîsa Jinê da destpêkirin, peyama “Heta azadiya Rêber Apo wê çalakiyên me bidomin” hate dayîn.

Jinan belavok xwendin, rejîma AKP/Qesrê protesto kirin û daxwaza azadiya Ocalan anîn ziman.

...