Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê çanda Kurd hate nasandin.
ANF
LÎNZ
şemî, 17 rezberê 2016, 11:37
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de çanda Kurd hate nasandin.
Di şahiyê de ku li cadeya herî qelebalix a bajêr Mozartkreuzung hate lidarxistin, danasîna çanda Kurd çêbû. Di aktîvîteyê de ku jin bi cilên xwe yên gelerî tevlî bûn, xwarinên Kurdan hatin pêşkêşkirin, stran û kilam hatin guhdarkirin.
Aktîvîte ya ku pankarta “Zimanê zikmakî mafekî çandî yê mirovahiyê ye” hate vekirin, rastî eleqeya Awûstûryayiyan hat.