Welatparêzê Kurdistanî Tekîn Yagmûr jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurdistanî Tekîn Yagmûr ê ku demeke dirêj bû li Londonê dijiya, li nexweşxaneya ÛCL a lê dihat dermankirin ber bi danê sibehê ve jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurdistanî Tekîn Yagmûr ê ku demeke dirêj bû li Londonê dijiya, li nexweşxaneya ÛCL a lê dihat dermankirin ber bi danê sibehê ve jiyana xwe ji dest da.
Tekîn Yagmûr ê ku nêzî 20 sal bûn li Brîtanyayê penaber bû, vê sala dawiyê ji ber penceşêra pişikê dihate dermankirin. Yagmûr ê bi eslê xwe ji Tetwana Bedlîsê ye, demek dirêj e li saziyên Kurd ên Londonê bi awayekî çalak rêvebertî dikir.
Yagmûr ê 2 zarokên wî hene, li nexweşxaneya Zanîngeha ÛCL a li navenda Londonê vê sibehê saet 06.00’an çû ser dilovaniya xwe.
WÊ CENAZE BIŞÎNIN KURDISTANÊ
Li ser daxwaza Tekîn Yagmûr wê piştî karûbarên fermî cenazeyê wî li navçeya Tetwan a Bedlîsê bê definkirin. Tê payin ku karûbarên fermî vê hefteyê bi dawî bibin.
LI KCC SERSAXÎ TÊNE QEBÛLKIRIN
Malbata Tekîn Yagmûr û Meclîsa Gelê Kurd li Navenda Civaka Kurd a Harîngeyê sersaxiyan qebûl dike. Beriya ku cenazeyê Tekîn Yagmûr ber bi Kurdistanê ve bê şandin, wê destpêkê li Navenda Civaka Krud merasîmek a cenaze bê lidarxistin.
Piştî wefata Yagmûr, Hevserokatiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê peyamek nivîskî weşand, ji malbat û hevrêyên Yagmûr re sersaxî xwest. Hevserokatiyê soza girêdana bi xeyalên azadiyê yên Yagmûr da.