Kurkçu: Kurd dikarin welêt demokratîk bikin

Hevberdevkê KDG'ê Kurkçu got, Kurd dikarin Tirkiyê demokratîk bikin, AKP/Qeser neçareseriyê ferz dikin.

Hevberdevkê Kongra Demokratîk a Gelan (KDG) û wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, li Kopenhangê weke vexwendiyê Partiya Koalîsyonê yê Keske Sor tevlî civînê bû.

Kurtçu di civînê de pêvajoya Kurdistanê, Tirkiyê û herêmê nirxand. Kurkçu diyar kir, ji neçareserkirina pirsgirêka Kurd û ji xilasbûna ''Pêvajoya çareseriyê'' AKP/Qesr berpirsyar e. Kurkçu diyar kir, asta ku Têkoşîna Azadiya Kurd hatiyê, xweyî wê hêzê ye ku dikare Tirkiyê demokratîk bike.

Hevberdevkê KDG'ê Kurkçu îro jî tevlî konseferansê bû ku bi mebesta piştevaniya li Kurdan bû, li vir jî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava axivî.

Kurtkçu, îro saet 19.00'an li Odenseyê ku 15 kîlometre dûrî Kopenhangê ye, wê tevlî civîna gel bibe.

...