HDP'ê nerazîbûn nîşanî girtina Altinors da: Ev darbeyeke siyasî ye!
HDP'ê girtina Cihgirê Hevserok Alp Altinors şermezar kir, bal kişande ser hinceta girtina wî û got ev tê wateya "darbeya li siyaseta demokratîk".
HDP'ê girtina Cihgirê Hevserok Alp Altinors şermezar kir, bal kişande ser hinceta girtina wî û got ev tê wateya "darbeya li siyaseta demokratîk".
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî girtina Endamê Desteya Giştî û Alîkarê Hevserokan Alp Altinors daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser sedema girtinê û tê gotin ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê Zakîr Karabûlût bûye ku 10'ê Cotmeha 2015'an li Komkujiya Enqereyê hatibû kuştin, hate girtin. HDP'ê destnîşan kir, ku ev darbeya li siyaseta demokratîk e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li şûna berpirsên sereke yên Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê darizînin ku hê kiryarên wê derneketine holê û her ku diçe ew dibêtî zêde dibe ku ji nav dewletê destek standin, ev nayê kirin. Li şûna vê darizandina siyasetvanên me yên ku tevlî merasîma cenazeyê wan kesên bûne, ku di komkujiyê de jiyana xwe ji des dane, ronînekirina Komkujiya Enqereyê, bi dengên AKP'ê redkirina avakirina komîsyona lêpirsînê ya têkildarê komkujiyê, bi îdîayên bê palpiş û hincetên pûç, li ser îfadeya şahidê veşartî, girtina Alp Altinors, diyare ku ji hişmendiya ku pir nas e, hatiye hilberandin."
'EM LI BENDÊ DE KU JI ŞAŞÎTIYÊ VEGERIN'
HDP'ê biryar şermezar kir û got, ''Di navenda siyaseta me ya demokratîk de her dem wê gel hebe. Heta yên ku li gel gel jî siyasetê dikin, rayeyên ku ji gel standina bi neheqûqî bi kar tînin, heta ku em wan derxînin ber dadgehan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li bendê de di demeke nêzîk de dawî li van girtinên ne hiqûqî were anîn û ji vê şaşîtiyê vegerin.''
DEMÎRTAŞ: RÛMETA ME YE
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî girtina Altinors li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşan da û got, "Alp Altinors eniya wî vekiriye, şoreşekî şanaz e. Ne diz e , ne alçax e, ne kujerekî dijminê gel. Ew rûmeta me ye."