Li Kobanê dema ku 14'ê Îlonê diqulibî ser 15'ê Îlonê şerê ku wê bibûya şerê mezin dest pê dikir. Di şerê di navbera barbarên DAIŞ'ê û şervanên YPG/YPJ'ê de qiyamet radibû. Çeteyên DAIŞ'ê ji pênc milan ve êrîş dianîn bi ser Kobanê de.
Êrîş xwedî wî wesfî bûn ku dikarîbûn herka dîrokê biguherînin, berxwedan jî wê bi wî rengî bûya. Biryardariya Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê ku hê di destpêka şer de gotibû, ''em ê vî şerî bi ser bixin'', li Serzorê di şexsên 13 şervanên YPG/YPJ'ê de, bi berxwedaneke destanî pêk dihat.
Çeteyên DAIŞ'ê ku tevahiya Hezîranê êrîşên xwe yên berfireh pêk anîn, li hemberî berxwedanên destanî yên li rojhilata li Evdiko, li başûr li Kunheftara, li rojava li gundê Mixarê, li sê eniyên Kobanê têk dişikiyan û neçar diman ku vekişin. Di meha Hezîranê de çeteyên DAIŞ'ê yên ku li hemberî berxwedana şervanên YPG'ê, YPJ'ê şaş mayin û biryardarên van çeteyan, dîtin ku ew ê bi plansaziyeke jirêzê, bi hevsenga hêzê û qanûna şer nikaribin Kobanê bi dest bixînin.
Şervanên YPG/J'ê ku hemû êrîşên meha Hezîranê têk şikandin 2'yê Tîrmehê yê 2014'an gotin ''dema pêngavê ye'' û ''Pêngava Tola Şehîdên Kobanê'' dane destpêkirin. Di nav çarçoveya pêngavê de çeteyên DAIŞ'ê ji nav sînorên Kobanê dihatin avêtin û gelek çete dihatin kuştin. Bi rêjeyekî bilind heya Şêxler a li qiraxa çemê Ferêt ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû ji DAIŞ'ê dihate paqijkirin û beriya êrîşa Hezîranê, hema bibêje hemû gundên Kurdan ên di destê DAIŞ'ê de dihatin azadkirin.
BÊDENGIYA BERIYA FERTONEYÊ
Li Kobanê ku meha Tebaxê bi şerê ne giran derbas bûbû, ling dabûne ji nû ve avakirinê. Lê hêza çekên giran ên ku li Tebqa û Deyr-e Zorê ji hêla rejîmê ve bi destê çeteyan ve hate hiştin, bû nîşaneya bêdengiya beriya fertonê ye.
Çeteyên DAIŞ'ê meha Tebaxê êrîş dibire ser cihên navendî yên artêşa Sûriyê. Êrîşa pêşî bi ser navenda leşkerî ya rejîmê de bû, li Eyn Îsa, Êrîşa ku nîvê Tebaxê, li derdora saet 20.00'an bi ser navenda leşkerî de bûyî û heta bi nîşê şevê dom kirî, kir ku artêşa Sûrî bireve û cebilxaneyeke giran bi dest DAIŞ'ê ve bimîne.
Piştî Eyn Îsa bi ser balafirgeha leşkerî ya rejîmê de, ya Tebqayê de jî girtin, çeteyan di du rojan de dest li ser gelek çekên giran danîn. Li Tebqayê 40 tang ketin destê wan.
Piştî Eyn Îsa û Tebqayê çeteyan êrîş bire ser Deyr-e Zorê û li vir jî gelek cebilxaneya rejîmê ji xwe re birin. Çeteyên DAIŞ'ê di meha tebaxê de bû xwedî cebilxaneyeke giran ku rejîma Sûrî bi dest wan ve hişt û dikarîn pê welatan dagir bikin.
BI ÇEKÊN REJÎMÊ KOBANÊ HATE DORPÊÇKIRIN
Çekên ku ji navendên leşkerî yên rejîmê hatibûn standin ber bi Kobanê ve dibirin. Agahî dihatin ku Kobanê di bin dorpêçkirineke çekên giran de ye. Çeteyên DAIŞ'ê li gel çekên ku ji sê navendên leşkerî yên Sûriyê bi dest xistin, her wiha çekên ku li Mûsilê û Iraqê li hin devaran bi dest xistin jî ber bi Kobanê ve dibirin. Ber bi dawiya Tebaxê ve çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê hatibûn danîn.
JI TIRKIYÊ ÇEK Û DESTEKA LOJÎSTÎK
Êdî dor hatibû ku desteka ku dewleta Tirk dabûne wan veguhezînin. Piştî li sê eniyên Kobanê çeteyan çekên xwe danîn, êdî dor hatibû ku çek û desteka lojîstîk a ji Tirkiyê jî ji sînorê Kobanê, li ser xeta trênê ya Baxdayê re bi cih bikin. Ji hêla gundiyên Kobanê ve dihate tespîtkirin ku dewleta Tirk trên li qadên ku çete lê hebû didan sekinandin û çek ji wan re dadixistin.
Fermandarên YPG/J'ê tevgera di vê pêvajoyê de dişopandin û digotin bi çekên ku li sê eniyên Kobanê hatine danîn û bi çekên ku ji Tirkiyê hatin haziriya şerekî giran ê bi ser Kobanê de ye ku naşibe êrîşên din. Heman fermandaran bal dikişindan ser risya dewleta Tirk a di di plansaziya şerê Kobanê de.
DAIŞ Û REJÎMÊ AGIBERST RAGIHANDIN
Bi hefteya pêşî ya Îlonê re şerê di navbera artêşa Sûrî û DAIŞ'ê de hatin sekinandin. Artêşa Sûrî bi ser çeteyên DAIŞ'ê de operasyon nedikir û DAIŞ'ê jî bi heman awayî ti êrîş nedibir bi ser artêşa rejîma BAAS de a li herêmên navîn ên Sûriyê.
HEMÛ HÊZA DAIŞ'Ê LI KOBANÊ YE
Bi fersenda ê agirbeta zimnî çeteyên DAIŞ'ê hemû hêza xwe ya li Sûrî ber bi Kobanê ve dikişand. Li başûr Sirrin, li rojava Cerablûs û rojhilat jî Girê Sipî dibûne baregên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi ser Kobanê de, desteka ku ji bakur ve dewleta Tirk dida jî, dibû desteka çaremîn.
REWŞA KOBANÊ
Kobanê heta wê rojê nêzî 2 salan hatibû dorpêçkirin. Bi dinyayê re têkiliya wê hatibû birîn û hemû pêdivî bi xwemalî dihatin bicihanîn. Rêveberiya Kobanê li bajarê ku di bin dorpêçê de bû, bazirganiyê hatibû ber xilasbûnê û hilberandin nedibû pêngava çandiniyê dest pê kir û li ji bo tengaziya zad hewl dide ku çareseriyekê pêk bîne. Ji bo problemeya elektrîk û avê ku çeteyan birîbû çareser bike jî jenerator û bîrên avê dihatin xebitandin. Lê li Kobanê problemên giran hebûn.
LI GEL BÊDERFETIYÊN LEŞKERÎ JÎ
Dîsa van rojan hêzeke çekan û şervanan ku bikaribin Kobanê li dijî van êrîşan biparêzin nebû. Piştî banga seferberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ji bo tevlêbûna nav refên YPG/J'ê bi hêza leşkerî ya kêm û çekên kêm, şervanên YPG/J'ê amade bûn ku bi rihekî fedayî, bi îradeyeke bêhempa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên Hezîran û Tîrmehê têk bişikînin.
HEVKARIYA BI BERXWEDERÊN EREB RE
Hefteya pêşî ya Îlonê komên weke Suwar El Reqqa, Şemsî Şîmal ên pêşverû ku di nav Artêşa Azad a Sûrî (AAS) de cih digirtin, di bin banê 'Burkan El Firat'' de hevkariya leşkerî kirin. Ev hevkarî hevkariya pêşî bû ya di navbera Kurd û Ereban de.
Burkan El Firat piştî ku hate ragihandin li dijî çeteyên DAIŞ'ê rêze çalakî pêk anîn. Ji van çalakiya ya herî balkêş ew bû, di hefteya duyan a Îlonê de bi ser navenda Cerablûsê ya di jêr dagirkeriya çeteyan de çalakiyek hate pêşxistin û di encamê de gelek çete hatin kuştin.
DIKE KU FERTONE RABE
Amadekarî û bicihkirina çekan a çeteyan piştî ku desteka ji Tirkiyê jî hat temam dibû. Çeteyên DAIŞ'ê êdî ji êrîşê re amade bûn. Li Kobanê dikir ku fertone rabe. Li hêlekê çeteyên DAIŞ'ê ku paşmêrtiya wan dewleta Tirk dikir û xwedî wan hêza çek û hijmara çeteyan bûn ku dikarîbûn welatekî dagir bikin û li hêla din jî şervanên YPG/YPJ hebûn ku li gel hemû bêderfetiyan heta mirinê girêdayî gelê xwe bûn û xwedan vîn û baweriyeke polayî hebûn.
ÎLONÊ JI 5 ENIYAN ÊRÎŞ ANÎN
Li Kobanê dema ku 14'ê Îlonê diqulibî ser 15'ê Îlonê şerê ku wê bibûya şerê mezin dest pê dikir. Di şerê di navbera barbarên DAIŞ'ê û şervanên YPG/YPJ'ê de qiyamet radibû. Çeteyên DAIŞ'ê ji pênc milan ve êrîş dianîn bi ser Kobanê de.
'EM Ê VÎ ŞERÎ BI SER BIXIN'
Di demeke kurt de berfirehiya vî şerî hate fêhmkirin. Fermandarên YPG/J'ê ji destpêkê ve fêhm kirin ku ev ne êrîşeke ji rêzê ye, newekheviyeke ecêb a teknîkî û hijmarî hebû. Çeteyên DAIŞ'ê vê carê bi hemû hêza xwe ya Sûriyê û çekên xwe êrîş dikir. Êdî hate fêhmkirin, armanc ew e ku Kobanê di demeke kurt de bi dest bixin. Êrîş xweyî wî rengî bû ku dikarîbû herka dîrokê biguherîne, berxwedan jî wê wiha bûya. Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê wan deman ev tespît dikir: ''Ev ê ne şerekî ji rêzê be, wê şerê hovitiya serdestiya zilêm a serweriyê ya bi çekên teknolojîk û hêza manewî û vîna modernîteya demokratîk be. Lê em ê vî şerî bi ser bixin.''
ÊRÎŞA PÊŞÎ JI ENIYA ROJAVA
Çeteyên DAIŞ'ê weke êrîşên berfireh ên berê, eniyên başûr û rojava jî di nav de ji sê eniyan ve êrîş dianî. Lê çeteyên DAIŞ'ê vê carê xetên başûrê rojhilêt û başûrê rojava jî weke du eniyan bi çek û çeteyan tije kir û ji pênc eniyan êrîş bi ser Kobanê de anî.
Êrîşa pêşî şeva 14'ê Îlonê di navbera 19.00-20.00'an de bi ser gunê Tehlik û Zerikê de bûn, ku li rojavayê Kobanê diman. Piştî van êrîşan çete êrîş birin ser gundên Huriyê, Serzorî, Qizelî, Korik û Leqleqo. Saet 21.00'an jî bi ser gundên eniya başûr de di heman de bi çekên giran girtin. Çeteyên DAIŞ'ê heman şevê ji eniyên ku başûrê rojhilat û başûrê rojava vekirin êrîşeke giran bi ser Kobanê de anîn.
Êdî şerê çeteyên DAIŞ'ê de ku ji pênc eniyan êrîş dianîn û şervanên YPG/J'ê her ku diçû giran dibû.
HESABÊ WAN JI ŞEVA PÊŞÎ DIYAR BÛ KU LI HEV NAYÊ
Biryardariya Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê ku hê di destpêka şer de gotibû, ''em ê vî şerî bi ser bixin'', li Serzorê di şexsên 13 şervanên YPG/YPJ'ê de, li bînahiya dibistaneke navîn e, bi berxwedaneke dastanî pêk dihat. Rewş bi zelalî derketibû holê; êrîş pir giran bû û bi şertên newekhev pêk dihat ku di dîrokê de mînakên vê kêm in. Dihate dîtin, armanc ew bû ku Kobanê di çend rojan de bixin. Ji ber ku li gorî hevsengên şer ên diyar, ji hêla rêgezên fizîkî di plansazî û hesaban de ti şaşîtî nebû.
Lê ji destpêkê ve berxwedana bi vîn û rihê fedayî yên şervanên YPG/J'ê ku li derveyî qanûnên fizîkê bûn, hesabên wan li bin guhê hev xistin.
LI SERZORIYÊ FEDAÎTIYA DASTANÎ
Çeteyên DAIŞ'ê ku di şeva pêşî ya berxwedanê de li hemû eniyan bi berxwedaneke mezin re hevrû bûyî û li gundê Serzorî şahidî ji fedaîbûna dastanî ya 13 şervanên YPG/J'ê re kirî, roja duyê bêhtir ji eniya başûr dest bi êrîşê kir. Li vê eniyê ku çeteyan bi çekên giran ê nli ser giran danîbûn êrîş dikirin, hêzên YPG/J'ê û Burkan El Firat bersiv didan. Berxwedana ku li eniya başûr dihate nîşandan ku êrîşên herî giran li vê eniyê bûn, nîşanî DAIŞ'ê da ku berxwedana Serzorî ne rasthatiniyek bû û li hemû qadan wê bi vê berxwedanê re hevrû bibin.
ŞERVANÊN YPG/J'Ê DIBINE FEDAÎ
Rojên dî êrî ji hemû eniyan, bi hev demî bi heman giraniyê berdewam dikirin. Şervanên YPG/J'ê bi hijmara xwe ya kêm û çekên ferdî yên di destê wan de, bi bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, li hemberî hêza giran a çekî ya çeteyên DAIŞ'ê berxwedana xwe didomandin.
Lê her ku ji wan kêm dibûn çeteyan bêhtir çete û çek ji xwe re dianîn û êrîş dikirin. Çeteyan li hemberî berxwedana ku di nav bêderfetiyan pêk dihat di sê eniyan de jî nedikarîn bi pêş bikevin. Êdî li her gundekî Kobanê, li her girekî wê, mewzîyeke wê çîrokeke lehengiyê hebû. Li Kobanê êdî li dijî êrîşan giran ên çeteyên DAIŞ'ê ku her diçû girantir dibû, şervanên YPG/J'ê dest bi çalakiyên fedaî dikirin.
Duşemê: Li Kobanê dema fedaîbûnê: Barzan, Rê wana, Êrîş, Zozan...