Kurdên li Fransayê amadekariyên protestokirina AKP’ê dikin

Li gelek bajarên Fransayê wê di pêşengtiya CDK-E de ji bo protestokirina sepanînên AKP’ê yên li Kurdistanê meş bêne lidarxistin.

Di daxuyaniya têkîldarî mijarê de ev hate gotin; “Ji bo em tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin û xwedî li şaredariyên xwe yên ku ji hêla dewleta AKP’e ya faşîst hatiye desteserkirin derkevin, divê em li qadan bin. Di serî de Kurd, pêwîst e tevahî derdorên demokratîk sibehê biherikin kolanan, faşîzma AKP’ê protesto bikin.”

Di pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê de li dijî sepanînên faşîst ên AKP’ê di serî de paytext Parîs sibehê wê li gelek bajaran meşên girseyî bêne lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku saziyên bi dengên bi mîlyonan kesî hatine diyarkirin ji hêla AKP’ê hatine dagirkirin.

 ‘DEWLETÊ LI KURDISTANÊ SERWERIYA XWE WINDA KIRIYE’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî dewletê li Kurdistanê serweriya xwe winda kir, dest bi êrîşên hovane kir, hate diyarkirin ku dewleta AKP’ê hewl dide rûmet û îradeyê bişkîne.

 ‘JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ, RAWESTANDINA XESPÊ DIVÊ EM LI QADAN BIN’

CDK-F, ragihand ku li dijî sepanînên AKP’ê wê sibehê li gelek bajarên Fransayê çalakî bêne lidarxistin û got; “Ji bo em tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin û xwedî li şaredariyên xwe yên ku ji hêla dewleta AKP’e ya faşîst hatiye desteserkirin derkevin, divê em li qadan bin. Di serî de Kurd, pêwîst e tevahî derdorên demokratîk sibehê biherikin kolanan, faşîzma AKP’ê protesto bikin.”

Bernameya meşên protestoyê ku wê sibehê li Fransayê bêne lidarxistin wiha ye;

 

Parîs

 

Cih: Meydana Republique

 

Saet: 15:00

 

 

 

Marsîlya

 

Cih: Meydana Canebière

 

Saet: 17:00

 

 

Montpelier

 

Cih: Parka Peyrou

 

Saet:19:00

 

 

Rennes

 

Cih: Meydana Şaredariyê

 

Saet :17:00