Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn

Dayikên Şemiyê, li rewşa Huseyîn Morsumbul pirsîn ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de yek ji wan kesên pêşî bû ku ji hêla dewleta Tirk ve hatibû nebedîkirin.

Dayikên Şemiyê bi mebesta ku li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kiryar werin darizandin li meydana Galatasarayê hatin cem hev. Li ser pankarta ''Kiryar kanîn, nebedî li kû ne?'' qerefîlên sor hatin danîn û wêneyên nebedîbûyiyan hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de li rewşa Huseyîn Morsumbul hate pirsîn ku di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hatibû binçavkirin û êdî nema pêjn jê hatibû.

Di çalakiyê e Wekîla Stenbolê ya HDP'ê Filîz Kerestecîoglu û diya nivîskar Asli Erogan jî hazir bûn û destek dane çalakiyê.

Kerestecîoglu di çalakiyê de axivî û got ,''Nebedîkirina mirovên ku li dijî darbeyan têdikoşin kêşeyan çareser nakin. Bê ciza hiştin û bicihneanîna berpirsyariyên siyasî rê li ber darbeyên nû vedike. Mirovên herî pak li vir têdikoşin. Bila careke dî nebedîkirinên nû jiyanê li ber çavê me reş nekin.''

Piştî Kerestecîoglu yek ji xizmê nebedîbûyiyan Hasim Tosun axivî. Tosun diyar kir, Fatma Morsumbul ku ji 90'î ve li meydanan têdikoşe, ji ber nexweşiya xwe nekariya tevlê çalakiyê bibe û bi vê xemgîn bûye û got, divê gel hemû guh bide qêrîna Fatma Morsumbul.

Parêzer Eren Keskîn jî got, ji destpêka dewleta Tirk ve li Tirkiyê avaniyeke milîter hebûye û got ên ku bi vê avaniyê re li hev nekin nikarin bi ser bikevin. Keskîk diyar kir, ên ne serwer jî ji bo serweriya xwe bidin ferzkirin her cure nehiqûqiyê dikin û got, ''ji bo nebedîbûyiyan lêpirsîn hate destpêkirin. Di binçavkirinan de her çendî di ser re çûna demê nebe jî, dosya tim bi hinceta ku dem di ser re çûye têne rakirin.''

Jinbira Morsumbul Ayten Morsumbul jî got, ''daxwaza me weke ya xesûya min tenê ew e ku em hestûyên Huseyîn bibînin. Diya min pir nexweş e, heke tiştek pê were, ez ê hestiyên Husesyîn bavêjim ser pişta xwe.''

Piştî axaftina Endama Komîsyona  ÎHD’ê ya şaxa Stenbolê Prz. Gûlseren Yolerî  daxuyaniya vê heftê xwend û wiha got; “ vê hefteyê ji bo dayika Fatma a ku got ‘ 12'ê Îlonê 36 sal in ji bo min berdewam dike’ em hev kom bûn.”

Pîştî 12'ê Îlonê 6 roj şûn de, şeva 18'ê Îlonê bi ser mala Morsumbul ya Çewligê de girtin. Yolerî destnîşan kir ku Morsumbul wê demê xwendekar bû, destpêkê Hasan birin Fermandariya Tugaya Leşkerî ya Çewligê. Her wiha Yolerî diyar kir; “Dayik û bavên Morsumbul yên layê xwe digeriyan jî rastê êkenceyê hatin. Rixmê hemû hewildana derbarê Husyîn Morsûmbûl tiştekî fermî nehat kirin.”

Yolerî bal kişand ser leşkerekî piştî 4 salan xwe dixwaze bigihîne malbatê û got ku wî leşkerî  gotiye ew kesê ku bê nav û kuştî di nav bataniyê de anîn Tugayê Huseyîn bûye. Yolerî bal kişand li ser bêdengiya dewleta Tirk ya derbarê vê mijarê de û wiha got; “ Kuştina Huseyîn têra wan nekir, bi hinceta leşkeriya xwe nekiriye welatiyê jî derxistin.”

Piştî gotinên Yolerî bangavazî ji bo çalakiya 24’ê Îlonê hat kirin. her wiha bi vê çalakiyê ve bangavaziya derxistina deng jî hat kirin.