Kurdistanî û dostên wê 17’ê Îlonê biherikin qadan
KCDK-E, da xuyakirin ku Kurdistanî û dostên wan ên li hemû deverên cîhanê wê 17’ê Îlonê li dijî faşîzma AKP’ê çalakiyan li dar bixin.
KCDK-E, da xuyakirin ku Kurdistanî û dostên wan ên li hemû deverên cîhanê wê 17’ê Îlonê li dijî faşîzma AKP’ê çalakiyan li dar bixin.
KCDK-E, ragihand ku di serî de Fransa, Elmanya, Awûstûrya, Belçîka, Hollanda, Avûstûralya, Îngilistan, Norwec, Fînlandiya, Swêd, Swîsre, Yewnanîstan, Qibris, Romanya, Îtalya, Kanada, Kurdistanî û dostên wan ên li hemû deverên cîhanê wê 17’ê Îlonê li dijî êrîşên çeteyên AKP’ê çalakiyan li dar bixin.
KCDK-E, daxuyaniyek nivîskî bi serenavê “Xwedî li ax, îrade û şaredariyên xwe derkeve. Li dijî xespkirina çeteyên AKP/Qesrê ya şaredariyên me û êrîşkirina li ser Rojava em diherikin kolanan” weşand, destnîşan kir ku roja 17’ê Îlonê, çeteyên AKP/Qesrê û tevahî hêzên mîlîtarîst ên dewletê li dijî gelê Kurd şerekî topyekun dane destpêkirin.
KCDK-E di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî gelê Kurd, dostên wan, her kesên ku demokrat, rewşenbîr û alîgirê mirovahiyê ne kir ku xwedî li vê têkoşînê derkevin û got; “Li de Fransa, Elmanya, Awûstûrya, Belçîka, Hollanda, Avûstûralya, Îngilistan, Norwec, Fînlandiya, Swêd, Swîsre, Yewnanîstan, Qibris, Romanya, Îtalya, Kanada, ango li her deverê cîhanê em derdikevin kolanan û serî radikin.
Bang li her kesî dikin ku xwedî li ax, îrade û şaredariyên xwe derkevin û bi awayekî girseyî tevlî çalakiyan bibin.”