‘Ji ber hezkirina jiyanê dixwazim vê çalakiyê pêk bînim’
25’ê Gulanê saet 19.30’an gerîlayê HPG’ê Dijwar Serhet li dijî qereqola Axê ya li mabeyna navçeyên Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê, bi wesayîtek bombebarkirî ve çalakiyek fedaî li dar xistibû...
ANF - ZEYNEP NÊRGÎZ BOTAN
BEHDÎNAN
şemî, 17 rezberê 2016, 11:28
Di vê çalakiyê de nîzamiyeya qereqolê bi temamî îmha bibû, beşek mezin a qereqolê hilweşiyabû, 2 kule û çeperek jî ruxiyabûn. Di encama çalakiya fedaî de 20 leşker û kontra hatibûn kuştin, 15 leşker jî birîndar bibûn. Yek ji van kontrayan jî Şexmûs Korû bû ku salên 90’î bibû sedema şehadeta gerîlayan.
‘DAYIKA MIN DAREK LI HEWŞA XWE BI BAJAR NEDIGUHERÎ’
Gerîlayê HPG’ê Dijwar Serhet (Tayyîp Elbîr) ê çalakî li dar xist, sala 1993’yan li Wanê ji dayik bû. Gerîla Dijwar Serhet di rapora xwe ya çalakiya fedaî de wiha balê dişîne ser hewldana tinekirina çand û nasnameya Kurd; “Mîna her ferdekî Kurdan ku hewl tê dayîn di nav pênçeyên qirkirina çandî de bêdîrok û bêtêgihiştin bê hiştin û ji xwebûnê bê dûrxistin, ez jî temenê xwe yê rast, dîroka xwe ya bûyinê nizanim. Em ji eşîra Reşoî ne, malbata me wisa tê zanîn.”
Gerîla Dijwar Serhet û malbata wî salên 90’î ji ber zextên giran ên dewleta Tirk neçar man koçî metropolê bikin. Dijwar Serhet ê li metropolê mezin bûyî, li vir dahurandinên xwe wiha tîne ziman; “Di encama polîtîkaya dijmin a înkar, îmhayê de ku salên 1990’î li Bakurê Kurdistanê dihat meşandin, malbata min a cerdevantî qebûl nekir, koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Wek encama vê tevgera dijmin a bêkokkirinê, ez li metropolan mezin bûn. Lê, dayika min qutbûna ji kokên xwe red kir, wek mînaka welatparêziyê ya nav malbatê, çûyina metropolê red kir, bû xwedî helwest û diyar kir ku wê darek hewşa xwe bi bajarekî neguhere. Hewldana me ya qutkirina wê ya ji gund her tim red dikir.”
‘ŞOREŞA ROJAVA MIN BER BI TÊKOŞÎNÊ KIŞAND’
Dijwar Serhet di rapora xwe de behsa destpêka daxwaza xwe ya welatparêzî, têkoşînê dike, têkîldarî tevlîbûna xwe jî wiha dibêje; “Ji ber yên li gund mane bûn cerdevan, yên koç kirin jî welatparêz bûn, ev her tim hestên min ên welatparêziyê zindî dihişt. Lê, wek encama hilandina nav sîstema metropolên Tirkiyeyê, heta niha ti kesên ku ji malbata me tevlî bûne çênebûn. Ez beriya niha bi sê salan di ketim nav xebatên ciwanan û min cihê xwe di têkoşînê de girt. Ev pêvajoya xebatê, pêvajoyeke xebata nîv çalak bû ku min bi temamî xwe qut nekiribû û min xwe bi temamî tevlî nekiribû. Dema Şoreşa Rojava de derfetên min çêbûn ku ez têkoşîna giştî hê zêdetir bixwînim, fêm bikim û bişopînim. Her ku min şoreşa Kurdistanê ya ku her roj bi dehan şehadet di oxira wê de çêdibûn û bi têkoşînek bêeman pêk dihat hîs dikir, fêm dikir, min biryar da ku xwe tevlî vê têkoşîna bi rûmet bikin, bibin mîlîtan û çalakvanekî wê. Ji bo vê biryara xwe praktîze bikim jî sala 2015’an ji ser Cûdiyê tevlî refên gerîla bûm. Domahiya tevlîbûna xwe jî min hewl da ji rastiya Rêbertî û partiyê, wezîfeyên pêvajoyê û demê re bibim bersiv.”
‘HOVÎTIYA DEWLETA AKP’Ê DAÎŞ JÎ LI DÛV XWE HIŞT’
Gerîla Dijwar Serhet di rapora xwe de pêvajoya siyasî jî dinirxîne, balê dikşîne ku berxwedanên bajêr faşîzma dewleta Tirk ji kokê ve dihejîne.
Bi van gotinan tîne ziman ku bê hovîtiya hikûmeta AKP’ê ya li Kurdistanê meşandiye çawa ew ber bi çalakiya fedaî ve biriye; “Sala 2015’an rizgarkirina Kobanê, serkeftina pêngavên azadkirina Rojava, bi pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin eşkerebûna rûyê rast ê dewleta AKP’ê û li dijî vê jî bihêzbûna neteweya demokratîk, di şexsê HDP’ê de derbaskirina benda hilbijartinê ya destûra bingehîn a cûntayê, faşîzma TC’ê tirsand.
Faşîzma AKP’ê ya li beramberî Şoreşa Kurdistanê ya Mezinbûyî têkçûna sîstema xwe ya înkar û îmhayê dît, şerê ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava dida meşandin, li Bakurê Kurdistanê jî bi hemleyek nû ya êrîşê ve 24’ê Tîrmeha 2015’an hê berfirehtir kir. Bi praktîzekirina tespîta Rêber Apo ya “Ne em wek berê dijîn ne jî şer dikin”, şerê me yê gel ê şoreşgerî ne tenê bi çiyayan sînordar ma, li bajarên Kurdistanê jî bi îlana qadên xweser û parastina van deveran ve ket merheleyek nû. Berxwedana bajaran a ku tê wateya fînala têkoşîna 40 salan, faşîzma TC ji esas ve lerizand. Dewleta AKP’ê ya ku hebûn û tinebûna dagirkeriya xwe li vir didît, bi awayekî bê hempa, bi êrîşeke ku hovîtiya DAÎŞ’ê jî li pey xwe dihêle, bi awayekî bêperwa berê xwe da qadên berxwedana xweseriyê. Ev tevgera dagirkirina Bakurê Kurdistanê ya ku sepanînên rejîma şerê taybet jî derbas dike, bêyî zarok, pîr, jin, mêr guhdar bike gelê me yê sivîl kir hedef, di jêrzemînan de birîndarên me, mirovên me yên welatparêz bi benzînê qetil kirin, wehşetek bê mînak pêk aniye.”
‘EM ALA HEVALÊ MEHMET TÛNÇ DEWIR DIGIRIN’
Gerîla Dijwar Serhet diyar dike ku wê ti carî teslîm nebin, balê dikşîne ku wê ala siyasetmedarê Kurd ên bi awayekî hovane ji hêla dewleta AKP’ê hatine qetilkirin dewir bigirin.
Gerîla Serhet destnîşan dike ku wê bi vî şiklî bibin layiqî gel û wiha pê de diçe; “Dagirkerên ku nikarin mejî, dil, nasnameya Kurdên ku li navendên berxwedanê yên mîna Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Hezex, Kerboran, Şirnex, Geverê azad bûne fetih bike, hedef dike van navendên berxwedanê mîna salên 1990’î bê Kurd bike. Lê, berxwedana gelê me, li Cizîrê di şexsê dayikekê de wiha hat ziman, ‘Em natirsin! Em narevin! Em dev ji axa xwe bernadin!’, ji dost û dijmin re îspat kiriye ku wê ev berxwedana bi rûmet bi serkeftinê tacîdar bibe.
Vê pêvajoyê em ê li gor talîmata Rêbertiya xwe ya ‘Ne em wek berê dijîn ne jî şer dikin’ praktîze bikin. Daxwaza Hevalê Mehmet Tûnç ên ku di jêrzemînan de qêr dikirin ku wê bi berxwedanê bigihêjin şehadetê, lê wê teslîm nebin, çokan neşkînin, ew e ku em talîmatê ji wan bigirin, ala berxwedanê bigihînin serkeftinê. Em jî wek şopdarên van hevalan divê bi heman ruh û biryardariyê têkoşînê geş bikin, îradeya dijmin bişkînin, bibin layiqî gelê xwe. Ez wek pêdiviya layiqbûna têkoşîna şehîdên me û gelê me, sekna mezin a mirovahiyê ya Rêber Apo û ji bo bibim xelekek berxwedanê ya ji çalakiya mezin a tolhildanê, lidarxistina çalakiya fedaî pêşniyar dikim. Ez dixwazim bi vê çalakiya xwe ve ji hovîtiya dijmin a encama tengezariya wî ye, bibim bersiv, vê ferzkirina dagirkeriyê parçe bikim.”
'JI BO RÊBER APO RE, ROJA AZADIYÊ YA HEMÛ GELÊ ÇEWISANDÎ Û GELÊ KURD Ê BERXWEDÊR'
Gerîla Dijwar Serhat, di beşekî dî yê rapora xwe de jî wiha xîtabî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike: ''Têkoşîna te ya azadiyê ku 55 salan bi awayekî bêhempa, kêlî bi kêlî bi rê ve birî, bi ked û kêfereta te em weke gel û tevger gihaştin van rojan. Rojavayê Kurdistanê yê ku azad dibe ku fêkiya keda te ya 20 salan e, li Bakurê Kurdistanê jî serdema fînalê dijî. Heta niha hemû tespît û pêşniyarên ku te kirin weke qanûna Êzdayî be yek bi yek pêk hatin. Êdî dema wê hatiye ku azadiya te ya fizîkî û şoreşa Kurdistanê pêk were.
Rastiya gelê ku şer dike, milîtanê ku şer dike, afirandina jina azad ku te digot, ''li Rojhilata Navîn sê xebatên min ên mezin ên dastanî'' îro pêk hatiye. Di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, gelê me yê berxwedêr heta bi mêjiyê hestiyên wan dijmin dihejijîne. Dijmin ew qasî ji jina azad a Kurd a ku we afirandiye, ditirse, bi teşhîrkirina bedena tazî ya şehîdan hewl dide ku têkçûna xwe veşêre. Helwesta fedaî yên hevreyêyên me Zinar û Dogan dijmin ew qasî qutifandiye, dijminê ku digot ez ê çok bi bidim danîn, çok daniye. Weke hevrê Zîlan gotî, ji bo em pir ji vê jiyanê hez dikin, dixwazim vê çalakiya xwe pêk bînim.
'JI HEVREYÊN MIN RE'
Gerîla Dijwar Serhet ji bo hevrêyên xwe jî wiha got, ''Kadro çi qasî di xeta Rêbertî û şehîdan de zelal dibin û bi wan re dibine yek, dibine kirdeyên pêkanîna serkeftinên mezin, têkoşînê gaveke dîtir nêzî serkeftinê dikin. Êdî em şervanên HPG'ê û YJA-Starê em nikarin dîlbûna Rêbertiya xwe, bêstatûbûna gelê xwe û rejîma qirker ku li ser me tê ferzkirin ragirin.
Bêyî tola pitikên me yên 4 mehî, dayikên me yên heftê salî were hilanîn, bêyî tola hovîtiya ku li bajarê Kurdistanê were hilanîn û bêyî pêkanîna bêrîkirinên wan ên pîroz, divê li me heram be ku em hilmê jî bistînin. Baweriya min temam e ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengtiya Rêber Apo wê bigihije serkeftina teqez. Li ser vê bingehê ez bawerî, hezkirina xwe li we hevrên hêja diyar dikim û di têkoşînê serkeftina we dixwazim.''
'JI BO MALBATA MIN'
Gerîla Dijwar Serhat wiha bang li malbata xwe kir: ''Di serdemeke wiha de ku gelê me bi her cure komkujiyan re hevrû bûye û gihaştiye azadiyê, ji heft salî bigirin heta bi heftê saliyan her ked di nav têkoşînê de ye. Ên ku bikaribin vê êşê ragirin û di şoreşê de rikdar bin wê bibin serkeftiyên rastî ên dîrokê. Ez dixwazim hûn pê zanibin ku ez vê çalakiya xwe weke berpirsyariyeke exlaqî û ûcdanî ya li Rêbertiya me, Şehîdên me û gelê me, bi vîn û israra xwe pêk tînim.''
Bimre dagirkerî û koledarî, bijî têkoşîna YPS, HPG û YJA-Starê, Bijî Serok Apo