Li Nentesê gerîlaya YJA-Star Leyla Kaya hate bîranîn
Li bajarê Nentes ê Farnsayê Leyla Kaya a bi nasnav Sorxwîn Jiyan a ku di şerê 20’ê Tebaxa 2015’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, hate bîranîn.
Li bajarê Nentes ê Farnsayê Leyla Kaya a bi nasnav Sorxwîn Jiyan a ku di şerê 20’ê Tebaxa 2015’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, hate bîranîn.
Li bajarê Nentes ê Fransayê gerîlaya YJA-Star Leyla Kaya li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncar hate bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de apê Leyla Kaya Nesîm Kaya axivî. Kaya, anî ziman ku apê Leyla Kaya Fesîh Kaya di sala 1990’an li navçeya Gimgim a Mûşê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.
Kaya diyar kir ku Leyla Kaya li navçeye Gimgim a Mûşê ji dayîk bûye û wiha got: “Ji ber ku dewleta Tirk li gundê Mamagik mala me şewitand û birayê min şehîd kirin, em derbasî Gezbe metrepolên Tirkan bû. Leyla beşa mîmariyê qezençkir, qedand û paşê beşdarî refên gerîla bû. Gerîlayekî 7 mehî bû. Ji bo gelê xwe têkoşîn kir, ez wekî apê wê bi wê serbilindim. Serê gelê Kurd sax be. Em bi şehîdê xwe serbilind û serfirazin. Serê me tim bilind e.
Piştî axaftin û pîşandana sînevziyonê bîranîn bi dirûşma “Şehîd namir e” û dayîna xwarinê ve bi dawî bû.