Ji bo rojnamevanên girtî nobet hate girtin
“Nobeta Azadiyê” ya ji bo Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay hate destpêkirin, endamên Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) dewir girtin.
“Nobeta Azadiyê” ya ji bo Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay hate destpêkirin, endamên Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) dewir girtin.
“Nobeta Azadiyê” ya ji bo Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya Bakirkoyê hate destpêkirin, endamên Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) dewir girtin.
Di çalakiyê de pankartên “Fikrên Azad Nikarin Bên Bêdengkirin”, “Bîlîr, Asli, Necmiye, Zana Ne Bi Tenê Ne” hatin vekirin, dîsa wêneyên kesên girtî hatin hilgirtin û dirûşmeya “Çapemeniya Azad Bêdeng Nabe” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de endama BÎGK’ê Sevda Çetînkaya got wê dest ji têkoşîna ji bo aştiyê bernedin. Çetînkaya diyar kir ku ji bo sererastkirina şert û mercan li vir kom bûne û destnîşan kir ku Asli û Necmiye ji ber di Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîsîne hatine girtin.
Çetînkaya bi bîr xist ku mehek e Rojnameya Ozgur Gundemê girtiye, wiha dewam kir; “Tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên DBP’î darbeyek li dijî îradeya gel e. Li wan şaredariyan ewraqên jinên ku bi tundiyê re hevrû mane hebûn. Niha jî ew ewraq ketin destê dewletê. Lewre jî em bi fikar in.”
Piştî Çetînkaya, ji Komîteya Mafên Mirovan a Rêxistina CHP’ê ya Navçeya Kadikoyê Şengul Yildiz jî got; “Hewl didin wijdanan li pişt dîwaran bigirin. Lê, em ê ti carî dest ji wijdanê xwe bernedin.”
Endama Meclîsa HDP’ê Beycan Taşkin jî got jinên girtî ditine û silavên wan anîne, têkîldarî zextên li ser girtiyên polîtîk axivî. Taşkiran wiha axivî; “Em ê li derve mezinkirina piştevaniyê bidomînin.”