Girtiyên siyasî yên li Tokatê destek dan bajarên hatine hilweşandin

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji bo piştevaniya bajarên xwerêveberiyê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin xerakirin, hezar û 500 TL pere berhev kirin.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji bo piştevaniya bajarên xwerêveberiyê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin xerakirin, hezar û 500 TL pere berhev kirin.

Her ku diçe piştgiriya ji bo bajar û navçeyên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin, mezin dibe. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê jî kampanya piştgiriya ji bo van bajaran destek dikin û piştgiriya pereyan berhev dikin. Herî dawî girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê li qawîşan di serî de ji bo Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîrê û gelek bajarên din pere berhev kirin. Girtiyan hezar û 500 TL pereyê kom kirin û bi rêka malbatan radestî Komela Rojava ya Amedê kirin.