Dozên çapemeniya azad di 20'ê Îlonê de destpê dikin

Dozên ku li dijî rojnamevan û rewşenbîrên piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê hatin vekirin, di 20'ê Îlonê de destpê dikin. Di destpêkê de wê rojnamevan Ayşe Duzkan û Ragip Dûran bên darizandin.

Rojnamevan, wê ji 20'ê Îlonê û pê ve gelek caran biçin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên ku ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê ji bo rojekê bûn berpirsyarên weşana giştî, ketin ber lêpirsînê û wê ji 20'ê Îlonê û pê ve werin darizandin. Li gorî rojên rûniştinê yên heta niha diyar bûne, heta 8'ê Adarê wê 12 doz werin dîtin.

Roja 20'ê Îlonê wê li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di destpêkê de rojnamevan Ayşe Duzkan û Ragip Dûran derketin pêşberî dadger.

ÎNAN KIZILKAYA BERSÛCÊ HEMÛ DOZAN E

Înan Kizilkaya ku di heman çarçoveyê de girtî ye, bersûcê hemû dozên piştî 20'ê Îlonê destpê dikin e. Kizilkaya tevî berpirsyarê dawî yê weşana giştî ya rojnameyê Zana Bîlîr li Girtîgeha bi Hejmara 9. a Sîlîvriyê tê girtin. Nayê zanîn bê Kizilkaya tevlî hemû rûniştinan bikin yan na.

Di 22'ê Îlonê de wê Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş a DÎSK'ê rojnamevan Farûk ren, di 29'ê ÎLonê de rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê werin darizandin.

Di meha Cotmehê de wê Celal Başlangiç, Fehîm Işik, Yildirim Turker, Ayşe Batûmlû, Îhsan Çaralan, Mûrat Çelîkan û Beyza Ustun derkevin pêşberî dadgeriyê.

Di meha Mijdarê de wê rûniştina çar berpirsyarên weşana giştî ya nobedar bê dîtin. Celalettîn Cand i 1'ê Mijdarê de, Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku , Nûnerê RSF ê li Tirkiyeyê Erol Onderoglû û nivîskar weşanger Ahmet Nesîn demekê li girtîgehê hatin girtin di 8'ê Mijdarê de li Stenbolê wê derkevin pêşberî 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê. Têkildarî Cengîz Baysoy jî li 22. Dadgeha Cezayê Giran doz hat vekirin.

Piraniya sûcdariyên li wan tên kirin jî îdîaya 'kirina propaganda rêxistinê' ye.

LI SER GILÎ, 'DOZA HEQARETÊ' LI CAN DUNDAR HAT VEKIRIN

Têkildarî rojnamevan Can Dundar jî, li ser giliyekî ji ber nûçeya bi sernavê 'dozgerê her serdemê' li gorî xala 125. a TCK bi îdîaya 'heqaretê' li 2. Dadgeha Ceza ya Asliye doz hat vekirin.

100 KES BÛN JI BO PIŞTGIRIYÊ BÛN BERPIRSYARÊN WEŞANA GIŞTÎ YA ROJNAMEYÊ

Di çarçoveya kampanya piştgiriyê de, ku 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê destpê kir, 100 rojnamevan, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, hunermend ji bo balê bikişînin ser zext û zordariyê ji bo rojekê bûn berpirsyarên weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê. Çend ji van destekvanan Fîncanci, Onderoglû û Nesîn ahtin girtin.

DIBE KU DOZ ZÊDE BIBIN

Li dû hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ji ber ku giranî dan ser 'lêpirsînên FETO', di pratîkê de navber ji lêpirsîn û dozan re hat dayîn. Lê belê dibe ku hejmara doz û lêpirsînan zêde bibe.

Navên rojnamevanên lêpirsîna li dijî wan dewam dike, bi vî rengî ne: Hevserokên Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemîr û Hakki Boltan, rojnamevan Aydin Engîn, Şeyhmûs Dîken, Derya Okatan, Mûrat Ûyûrkûlak, Saîd Sefaoglû, Farûk Balikçi, Tûgrûl Eryilmaz, Mehmet Guç, Nadîre Mater, Kûmrû Başer, Hasan Cemal, Kemal Can, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Ozgur Gundemê de hatiye vekirin zanyara ziman Necmiye Alpay, hunermend Julîde Kûral, Denîz Turkalî, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, H. Hayrî Şanli û Veysî Altay.