Endamên KESK’ê em li gel çalakiyên redîkalin
Di civîna Meclîsa Giştî û Şêwirîna KESK’ê de,hate diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê jî di nav de li gel hemû çalakiyên redîkal ên tên li dar xistin in.
Di civîna Meclîsa Giştî û Şêwirîna KESK’ê de,hate diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê jî di nav de li gel hemû çalakiyên redîkal ên tên li dar xistin in.
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK), êrîşên Qesrê/AKP’ê yên li dijî kedkarên civakî di civîna Meclîsa Giştî û Şêwirmendiyê de hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hate diyarkirin ku bi taybet êrîşên ‘Darbekar’ ên AKP’ê yên li dijî Kurdan û kedkarên civaka mûxalîf hatin nirxandin û diyar kirin ku divê berxwedan bê mezinkirin.
Her wiha hate destnîşankirin ku bi ti awayî li hember desthiladariyê stû nayê xwarkirin û daxwaz û pêşniyarên ku çalakiyan bê dem didin meşandin û daxuyaniyê çapemeniyê derbas dikin hatin ziman.
MEŞ, KONÊN BERXWEDANÊ, GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Piştî desthilatdariya AKP'ê li dijî hemû kedkarên mûxalif dest bi êrîşan kir û kedkar ji peywirê dûr xist, kedkarên cemaweriyê jî li dijî van êrîşan biryara berxwedanê dan. Bi taybetî Kurd û kedkarên girêdayî KESK'ê zêde bûn armanca êrîşan û li dijî vê yekê bi lezgîn li hev kom bûn. Di civîn û niqaşan de biryar girtin ku li dijî êrîşan di ber xwe dibin. Di niqaşên civîna KESK'ê de jî mijara zêde derket pêş û hat pêşniyarkirin berxwedanê Kurd bikin û çalakiyên xwe li her derê belav bikin. Li aliyekî wê di qada neteweyî û navneteweyî de li mafên xwe yên hiqûqî û siyasî bigerin û têkoşîna xwe bilind bikin, li aliyê din jî wê dakevin kolanan û dest bi çalakiyên girseyî bikin.
Di civînê de biryar hat girtin ku heta peywir û karê hemû endamê wan bê îadekirin û dest bi kar bikin wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di niqaşan de hat zanîn ku hatiye diyarkirin ku ger hewce be wê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê jî bikin.
Rêveberên KESK’ê diyar kir ku wê vîna ku di civînê de derketiye pêş bi nirxînin, tê payîn ku wê di rojên pêşiya me de biyarên xwe eşkere bikin.