Xelîl: Peymana Misrê wê siberoja Sûriyeyê amade bike
Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava Xelîl diyar kir, peyamana Misrê wê siberoja Sûriyeyê diyar bike.
Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava Xelîl diyar kir, peyamana Misrê wê siberoja Sûriyeyê diyar bike.
Xelîl diyar kir, ''Sûriye êdî weke berê nikare were birêvebirin'' û got, gel li gel guherînê ye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Teyal El-Xed El-Sûrî (Pêla Tevgera Sibehê) 10'ê Îlonê li Misrê hev dîtin. Di encama vê hevdîtinê de ji bo çareseriya kêşeyên Sûriyê yên ku her ku diçin girantir dibin peymanek hate girêdan. Peyman xwe li ser 7 xalan daniye.
Em weke ANF'ê bi Aldar Xelîl re, Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li ser peymana Misirê axivîn ku bi Teyar El-Xed El-Sûrî re li hev kiribûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Teyal El-Xed El-Sûrî kengî hev dîtin?
Dawiya 2015'an, di meha 11'An de, hevdîtna me ya duyê jî Îlona 2016'an bû.
Bi taybeyî meha 11'an a 2015'an di hevdîtinê Kahîreyê de me li hev kir ku hevkariyê bikin. Lê wan deman ev ji çapemeniyê re nehate ragihandin. Sedema wê jî ev bû ku Teyar El-Xed El-Sûrî xwest ku ev veşarî bimîne. Ji ber ku hin rewşên taybet û resen ên vê tevgerê hebûn.
Me jî ji ber hesasiyata wan ev xef kir. Tam di pêvajoyeke wiha de ku li Rojava û Sûrî geşedanên wiha girîng dibin Teyal El-Xel El-Sûrî civiya û kongra xwe pêk anîn. Piştî kongrê ev tevger xurttir bû.
Me bi hev re rast dît ku di demeke guncan de ev ji bo raya giştî were ragihandin. Ji bo vê jî piştî hevdîtina duyemîn, 10-11'ê Îlonê me ev bi raya giştî re par ve kir.
Kî tevlî hevdîtinê bû û çima hewceyî pê hate dîtin?
Ev hevdîtin di navbera şandeya herdu aliyan de pêk hat. Ev hevdînin li gorî berjewendiyên gelên Sûriyê pêk hat. Ango ev hevdîtin bi temamî li gorî daxwaz û berjewediyên gelên me pêk hat.
'CIVAKEKE NE BI RÊXISTÎ BE DIBE HEDEFA ÊRÎŞAN'
Hûn daxuyaniya çapemeniyê de hûn behsa peymana stratejîk a leşkerî û siyasî dikin. Mebesta we ji vê çi ye?
Gelê Ereb di vî şerê 6 salî ê Sûriyê de gelek mexdûr bû. Gelê Ereb jî di vê pêvajoyê de ji hêla komên çete yên wekî DAIŞ, El Nusra, Ceyş El Îslam, Ehrar El Şam û hwd. Ve ji war û malên xwe hatin kirin. Bi hezaran jê hatin kuştin, bi sed hezaran kes di nav welêt de û li derveyî welêt bû koçber.
Teyar El-Xed El-Sûrî jî li gorî daxwaza gelê Ereb tevgeriya û bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava re kete têkiliyê. Weke ku tê zanîn ev tevgera Teyar El-Xed El -Sûrî li Deyr Zor û derdora wê hêzeke hîkar e. Bêhtir ji ji endamên eşîreta Şamarê pêk tên.
Weke ku tê zanîn çeteyên DAIŞ'ê di navbera 2014-2015'an de li dijî Şamarê şerekî giran da destpêkirin û tenê di şevekê de 700 ji wan kuştin. Bi hezaran ciwanên wan ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve serê wan hatin jêkirin.
Ji peyamana leşkerî û siyasî mebesta me ew e ku, civakeke bê parastin û ne rêxistinbûyî ji her cure êrîşê re hedef e. Bi vê peyamana me ya Misirê re êdî em gelê Ereb ji rewşa bê parastinî û bê rêxistinî xilas dikin. Li şûna vê wê civakeke wiha hebe ku bikaribe bersiva her cure êrîşê bide.
'TALOKEYA PARÇEBÛNÊ HEYE'
Di xala pêşî ya 7 xalî a daxuyaniyê de hûn dibêjin, ''Şoreşa Sûrî ji rê derketiye, welat êdî bi talokeyên mezin re hevrû dibe'' Kendî ji rê derke û kîjan taloke hene?
Raperînên gel yên 2011'an û pêvajoya şoreşê ya li Sûrî piştî destwerdana hêzên navnetewî veguherî şerekî navxweyî. Hêzên navnetewî û herêmî li tevahiya Rojhilata Navîn li ser şerekî mezhebî û etnîk hûr dibin.
Li Sûriyê rewşa herî taloke ev e. Bi kurtasî talokeya herî mezin a li ber Sûrî bi dorê parçebûna siyasî, sosyal, kulturî û cografîk e.
Di xala duyê de hûn behsa hêzên deverî û herêmî dikin ku bûne sedema herikandina xwînê, li Sûrî, di heman xalê de hûn bang li Erebîstana Siûdî dikin. Ev na nakokiyek e? Ji ber ku Erebîstana Siûdî, Kayar, Tirkiye piştgirî dane çeteyan?
Hûn rast dibêjin, weke nakokiyekê xuya dike. Sedema vê jî ew e ku ji 2011'an ev ev dewlet gelekî piştgirî dane van çeteyan, ji hêla leşkerî, siyasî, lojîstîk.
Ev kom û dewletên paşmêrên wan, krîza Sûrî girantir kirin lê em hêvî dikin ku êdî di serî de Siûdî destekê nede çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên di bin banê Koalîsyona Sûrî ya Netewî de.
Di xala sêyê de hûn dibêjin, ''pêdivî pê heye ku hêzeke netewî û demokratîk divê ava bibe ku temsîla hemû gelên Sûriyê bike'' Ev hêz wê çawa çêbibe?
Weke ku tê zanîn me Meclîsa Sûriya Demokratîk ragihandibû ku temsîla hemû gelên Sûrî tê de hebû. Peywira Meclîsa Sûriya Demokratîk ew bû ku gel û baweriyên cihê werin ba hev û li dor azadî, dadê, wekheviyê bicivin. Ev meclîs li ser vê bingehê tevgeriya û pêvajoyek dest pê kir.
Ev pêvajo ew e ku bi hemû kesan re biaxivin ku li ser Sûrî xwedî îdîaya axaftinê ne. Jixwe Rêveberiya Xweseriya Rojava û Teyar El-Xed El- Sûrî li ser vê zemînê hatin cem hev û tifaq danîn.
'GEL DIXWAZE SIBEROJA XWE DIYAR BIKE'
Di xalên din de behsa sîstema dewletê ya ne navendî tê kirin, ev îşareta çi ye?
Mebesta me jê federasyon e. Êdî her kes dibîne ku Sûriye weke berê nema dikare were birêvebirin. Ango destthilatdarî, sîstem, modêleke ku hemû derfetan di xwe de dicivîne û ku dema wê hat vê li dijî gel bi weke amûra zorê bi kar tîne kesek naxwaze.
Êdî ne pêkan e ku ev sîstema navendî li Sûrî û Rojhilata Navîn careke dî were danîn û serkeftî be. Jixwe ma gelê Sûrî jî ne bi vê daxwazê rabû ser piyan, sala 2011'an? Gelên Sûriyê yên ku vê daxwazê dikin, naxwazin siberoja Sûrî bi hêzên navnetewî û herêmî were diyarkirin.
Gelên Sûriyê dixwazin siberoja xwe diyar bikin. Ji bo vê jî pêşniyarên xwe dike û hin pratîkên nîşan dide. Yek ji van jî Sîstema Federaliya Demokratîk e.
Sîstema Federaliya Demokratîk jiyaneke nû dide hemû gel û baweriyan, li ser bingehê wekhevî, azadî, dadmendiyê.
Ango di nav çarçoweya vê peymanê de gavên ku wê werin avêtin ew stratejî ye ku wê siberoja gelên Sûriyê diyar bike.